Li fabrîqeya hesin û pola teqîn: kesek mir

OSMANIYE - Li fabrîqeya hesin û pola ya li Osmaniyeyê teqîn pêk hat. Di teqînê de karkerekî jiyana xwe ji dest da. Gelek kes jî di teqînê de birîndar bûn.

Li Fabrîqeya Hesin û Pola ya Osmaniye teqîn pêk hat. Di teqînê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û gelek karker jî birîndar bûn. Hat zanîn ku teqîn ji ber gaza klorê pêk hatiye. Di teqînê de 3 karker jî birîndar bûn.