AMED - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen diyar kir ku di dosyaya kuştina Tahîr Elçî de heta niha agahî û belgeyên ku nedane wan hefteya borî hatiye dayîn û wiha got: "Çi heyf e ku agahiyekî bi bandor û kiryar tespît bike, dosyayê bigihîne merhaleyekî nû tuneye."
Baroya Amedê ji bo kujerên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hate qetilkirin bên dîtin li ber Edliyeya Amedê çalakiya xwe ya 71'emîn li dar xistin. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku piştî hewldana darbeyê dosyaya Elçî qapaxa wî neyê vekirin bêdozger hatiye hiştin, 2 dozgerên li dosyayê dinêrin hatine guhertin beriya 3 mehan jî dozgerek din hatiye tayînkirin.
RAPORA OTOPSIYÊ PIŞTÎ 15 MEHAN HAT DAYÎN
Ozemn diyar kir ku ligel ku li ser dosyayê biryara nepenîbûnê tuneye jî nikarin xwe bigihînin hemû agahî û belgeyan. Ozmen wiha got: "Hefteya borî me bi dozgerê komarê ya lêpirsîna dosyaya Tahîr Elçî dimeşîne re hevdîtin pêk anî û di çarçoveya tespîtên ku wî kiriye de hin agahiyên di dosyayê de nedane wan dozger da me. Bi vî rengî belgeyên ku gihîştine ber destê me zêde bû. Di nava belgeyên nû de rapora Saziya Tiba Edlî ya Tahîr Elçî jî heye. Lê çi heyf e ku agahiyekî bi bandor û kiryar tespît bike, dosyayê bigihîne merhaleyekî nû tuneye. Jibilî vê hin daneyên dijîtal ên dane me hene. Hê xebatên me yên li ser wan berdewam dike."
Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.