NAVENDA NÛÇEYAN- Xebatên referandumê yên KCD, TJA, HDP û DBP'ê li gelek bajaran bi hevdîtinên gel û bernameyên cur bi cur berdewam dike. Di xebatan de banga "Na" hat kirin, hat gotin dê 16'ê Nîsanê bibe mizgîniya azadiyê. Li Bedlîsê ligel baranê bi hezaran kesên kom bûn bihevre gotin "Na".
BEDLÎS
Li Bedlîsê KCD, TJA, HDP û DBP di çarçoveya xebatên referandumê de hevdîna gel pêk hat. Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, Parlamenterên HDP'ê Saadet Becerîklî, Mîthat Sancar, Mİzgîn Irgat bi gel re li naveda bajar hatin cem hev. Ligel barana ku zêde dibarî jî dirûşmên "Na" hatin berzkirin.
Irgat li vir bang li gel kir û got ku gelê Bedlîsê li dijî tayînkirina qeyûm di referandumê de bi bikaranîna dengê "Na" ve helwesta xwe nîşan bide û bersivê bide.
Piştre Baydemîr axivî û wiha got: "Pêvajoya ku em derbas dibin zehmet e. Lê dawiya her zehmetiyê ronahî ye. Banga we ya em di Na de bên cem hev vekirina deriyê siberojên ronî ne." Baydemîr destnîşan kir ku gelê Bedlîsê li qadan bibêjin "Na". Baydemîr got ku Hevşaredarê BEdlîsê Huseyîn Olan di girtîgehê de ye, Hevşaredar Nevîn Dagkiran jî di hepsa malê de ye. Baydemîr wiha axivî: "Ma îradeya gelê Bedlîsê, îradeya netewî nîne. Îradeya gel bi darbeyê xistin girtîgehê. Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Besîme Konca û bi dehan parlamenterên me xistina girtîgehan tayînkirina qeyûman. Ma hûn rizayê didin vê yekê?" Li ser vî gotina Baydemîr gel bi hevre bersiva "Na" da.
Baydemîr got ku di 16'ê Nîsanê de mohra xwe wisa lêdi ku bila bihar bê Enqereyê. Baydemîr diyar kir ku hemû televîzyon propagandaya AKP'ê dikin di 16'ê Nîsanê de ji bo çapemeniyeke azad bibêjin "Na". Baydemîr wiha got: "Na qayum, Na ziqum, Na zilm."
Piştre heyet derbasî navçeya Norşînê bû û li vir li qada Roboskê bi coş hatin pêşwazîkirin. Parlamenterr Becerîklî axivî û got ku ji bo polîtîkayên Tirkiyeyê tune dike û civakê ji hev cuda dike di 16'ê Nîsanê de ji bo bibêjin "Na" dê biçin ser sandoqan.
Piştre jî Baydemîr û Orgat axaftineke kurt kirin û slav dan gel.
Heyet piştre derbasî navçeya Tetwanê bû. Ligel baranê gel li ber avahiya HDP'ê kom bû û dirûşmên "Na" berz kirin. Parlamenter Sancar li vir axivî û wiha got: "Hûn wekî vî baranê bi bereket û paqij in.Ev sekna we hêzê dide me. Em dizanin hûn li benda pêşerojeke azad û wekhev in. Ev hêviyên we dê di 16'ê Nîsanê de pêk bê. Em ê ji kesên ji xwînê têr nabin re bibêjin Na."
Baydemîr jî silav da gal û got ku ev coşa gel di 16'ê Nîsanê de mizgîniya azadî û aştiyê ye.
Hevdîtina gel bi dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" bi dawî bû.
STENBOL
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê ji bo mîtînga ku dê bi şîara "Bi coşa Newrozê em diherikin Na'yan" bê lidarxistin li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê HDP'ê MUstafa Avci û Alîkarê Hevserokê Giştî ya HDP'ê Sezaî Temellî, KOZ, Kaldiraç, endamên HDK'ê beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
Avci ewil axivî û diyar kir ku demeke dirêj e xebatan dimeşînin 2 meh in derî bi derî digerin û baş rêvenebirina Tirkiyeyê ji gel re vedibêjin. Avci banga beşdarbûna mîtîngê kir û ewê dengê xwe li qada "Sali Pazari" bikin yek û çima dê bibêjin Na bînin ziman. Avci destnîşan kir ku çawa gel li Amedê herikî Newrozê dê ji bo mîtînga Stenbolê jî hemû derfetên xwe seferber bike û biherike.
Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder, parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê ji peywir hat gritin dê beşdarî mîtîngê bibin û mîtîng dî saet di 13.00'an de dest pê bike.
KOCAELÎ
Rêxistina HDP'ê ya Kocaeliyê di çarçoveya xebatên referandumê de ji bo mîtînga 9'ê Nîsanê ya li qada Gebzeyê bangawazî kir. Di civîna çapemeniyê ya bi taştî de parlementerê Erdal ataş, Hevserokê HDP'ê yê Kocaeliyê Îbrahîm Ergî û gelek endamên partiyê hatin cem hev.
Ergîn got ku ji bo referandumê demeke kêm maye û banga beşdariya mîtîna "Na" kir. Ergîn destnîşan kir ku mîtîng dê saet di 13,00'an de li Qada Gebzeyê bê lidarxistin û xwest hemû welatiyên Kocealiyê beşdar bibin, wan ji bo mîtîngê destur girtine.
Parlamenter Erdal Ataş jî diyar kir ku demên borî maf dihatin xespkirin û wan jî têkoşîna xwe dimeşandin yê niha sîstema "yek zilam" tê xwestin, sererastkirinên ku tên kirin ji 12'ê îlonê cudatir nînen. Ataş got ku ev feraseta dîktatoriyê ye ew li dijî sîstemekî bi vî rengî ne, wekî paşerojê ew ê niha jî li dijî vê yekê têbikoşin.
Wezîrê berê yê Yekîtiya Ewropayê Alî haydar Konca jî diyar kir ku heqîqet ne tekperestî ye piranî ye. Konca diyar kir ku ev referandum dê ji bo gelên tirk û kurd sûdê neyne aloziyê bîne ji ber vê yekê jî divê xebatê qanîkirina kesên ku dê bibêjin "Erê" bimeşînin.
ANTALYA
Rêxistina HDP'ê ya Antalyayê jî bi beşdariya parlamenterê HDP'ê Ahmet Yildirim mîtînga ku dê di 11'ê Nîsanê de pêk bê banfawazî kir. Hevserokên HDP'ê yên Antalyayê Songul Şarkli û Îhsan Nergîs li avahiya partiyê têkîldarî mîtîngê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 11'ê Nîsanê de dê li navçeya Kepezê li ber Salona Sporê ye Arena ya Kepezê mîtîngê li dar bixin xwestin hemû kes beşdarî mîtîngê bibin.
MÊRSÎN
Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê ji bo mîtînga 9'ê Nîsanê ya li Qada Newrozê dê bê lidarxistin bangawazî kir. Parlamenterên HDP'ê Osman Baydemîr, Dîrayet Taşdemîr, Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaogullari, endama MP a HDP'ê Asiye Kolçak beşdarî mîtîngê bibin. Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Hatîce Şahîn ji bo mîtîngê bangawazî kir û got ku ew derî bi derî, kolan bi kolan digerin û "Na" ji gel re vedibêjin. Hevserokê HDP'ê Mîrze Mehmet Soylemez jî banga "Em li dijî yek zilam, li dijî dîktatoriyê bibêjin Na" kir.
RIHA
Parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan û Hevserokê HDP'ê ya Rihayê Bekîr Karakeçîlî û rêveberiya Eyyubiyeyî çûn serdana esnafan û xwestin bibêjin "Na". HDP'î bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin. HDP'iyan ji gel xwestin ku sandoqan baş biparêzin.
Li navçeya Serêkaniyê jî xebatên referandumê berdewam kir. Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan, Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, xebatkarên Navenda Giştî ya DBP'ê, rêveberên HDP û DBP'ê xebat hatin meşandin û welatiyan eleqeyeke mezin nîşan dan. Heyet piştre jî çû gundê Humera Jorîn, Ebês, Şêx Rucûm, Herma, Lebbana, Dalyayê jî bi gel re hatin cem hev. Ocalan got ku ew bawer dikin gel dê pêkanînên nedemokratîk bi dawî bike û dengê "Na" bi kar bîne.