ÊLIH - 3'emîn Rûniştina doza Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca li 2'emin Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê hat ditin. Heyeta dadgehê bi hinceta "şika bireve heye" Konca bernedan.
3'emîn rûniştina doza Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca li 2'yemîn Dadgeha Cezayen Giran a Êlihê hat dîtin. Dozger bi hinceta Konca beşdarî merasima cenazeyê Cihat Turkan ê li Êlihê hat definkirin bûbû bi îdiaya "Propaganda rêxistinê kiriye" doz vekiribû û rûniştina 3'yemîn berdewam kir. Di rûniştina dozê de Konca, ji ber pirsgirêkên tendurîstiyê amade nebû. Parêzerê Konca Bayram Arslan amade bû. Prz. Aslan parastin kir û îdîanameya der barê Konca de red kir. Arslan, mînaka Mustafa Balbay da û xwest muwekila wî serbest bê berdan.
DADGEH: ŞIKA BIREVE HEYE
Heyeta dadgehê jî piştî navber da bi îdîaya "Şika Konca bireve heye" daxwaza parêzer red kir û berdewama girtina Konca da. Heyetê doz taloqî 3'ê Gulanê kir.