MÊRSÎN- Li ser îtiraza AK Partiyê, pankarta "Na"yê ya li avahiya Odeya Endezyarên Makîneyê ya li Yenîşehîra Mêrsînê hat rakirin.
Li navçeya Yenîşehîrê ya Mêrsînê, pankarta li ser "Ji bo parastina jiyana civakî û qada me ya pîşeyî 'Na'" nivîsandî ya li avahiya Odeya Endezyarên Makîneyê daliqandî, li ser îtiraza AK Partiyê hat rakirin. Lijneya Hilbijartina Yenîşehîrê, diyar kir ku Odeya Endezyarên Makîneyê, di wesfa saziyeke cemaweriyê de ye û ji ber bereksê qedexeyên hilbijartinê tevgeriyaye hatiye rakirin.
Her wiha endamên HDP, CHP û MHP'ê îtirazî vê biryarê kirin. Di îtirazê de hat diyarkirin ku Odeya Endezyarên Makîneyê di nav saziyên cemaweriyê yên qedexeya progandayê de cih nagire.
TMMOB û Odeya Endezyarên Makîneyê daxuyandin ku ew ê îtirazî vê biryarê bikin.