Li Mêrdînê HDP'ê xebatên xwe yên referandûmê lezandin

MÊRDÎN- Bi nêzîkbûna referandumê re HDP'ê jî bi lez û bez xebatên xwe bi rê ve dibe. Duh heyeta ku ji parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, rêveberên HDP û DBP'ê pêk dihat serdana gundên Dêrikê kirin û îro jî heyeta ku ji Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê ji peywirê hat dûrxistin, parlementerê HDP'ê Erol Dora û rêveberê HDP û DBP'î pêk dihat, serdana gundên Qoserê kir.

Xebatên HDP'ê yên ji bo referandumê bênavber berdewam dikin. Duh heyeta HDP'ê ya ku ji Parlementerê HDP'ê Erol Dora, rêveberên HDP'ê û DBP'ê pêk dihat serdana Xirbê Reş, Kelekê, Xirabê Reşê, Xanîka, Kizilê, Xirabê Heriyê, Remok û Bedrazên Dêrikê kirin. Heyet ji aliyê şêniyên gel ve bi coşeke mezin hat pêşwazî kirin. Gel gelek caran heyetê bi dirûşmeyên weke; 'Bijî Serok Apo' û 'NA' pêşwazî kirin.

Di gera gundan de parlementerê HDP'ê Dora axivî û wiha got:"Tirtkiye bi polîtîkayên xwe yên şaş îro bi hemû cîranên xwe re di nava nakokiyê de ye. Dema em di 16'ê Nîsanê de 'Na'yê dernexin, ev tê wê wateyê ku em jî van polîtîkayê Tirkiyê qebûl dikin. Lê ji bo ku Tirkiye ji vê rewşa xwe ya kaotîk derkeve divê dengê 'Nba' bi ser bi keve. Bila kes nebêje ez kesek im û neçim ser sindoqan jî dibe. Ji ber ku her dengek dikare encamê bi guherîne, ji ber vê yekê pêwîste her kes biçe ser sindoqan û degê xwe bi kar bîne."

QOSER

Îro dibin navê xebatên referandumê de heyeta ku ji Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê ji peywirê hat dûrxistin, Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora û rêveberên HDP û DBP'ê pêk dihat, serdana gundên Qoserê kir û gel di der barê referandumê de serwext kirin. Di gera li gundên Qoserê de Turk axivî û wiha got:"Ez bawerim ku wê gelê kurd û tirk li hemberî dîktatoriyê dengê xwe bilind bike. Cizîr, Nisêbîn, Sur û Gever xira kirin. 85 şaredarên me yên ku gel ew wek vîna xwe hilbijartibûn niha di girtîgehê de ne. Dîsa hevserokên partiya me di girtîgehê de ne. Em di rewşeke wiha de diçin referandumê. Bila gelê me baş bizane ku ev ne tenê hilbijartineke ji rêzê ye, em di vê hilbijartinê de çarenûsa xwe diyar dikin. Yan em ê sîstema xwe bidin runiştandin an jî em ê vê sîstema dîktator qebûl bikin. Ez hêvî û rica dikim ku em weke gelê kurd hemû bi hev re li şeref û namûsa xwe xwedî derkevin û li hemberî dîktatortiyê dengê 'Na'yê bilind bikin. Gelek caran dixwazin gel bitirsînin, lê em di gelek tirsan re derbas bûne. Gelê me tu carî serî netewandiye û wê netewîne jî. Ez di wê baweriyê de me ku wê gelê me dengê 'Na'yê li tevahî cîhanê bide bihîstin."