KOCAELÎ- Esnaf û gelê Çayirovayê, diyar kirin ku ew ê ji ber krîza aborî di 16'ê Nîsanê de bibêjin "Na".
Her ku referandûm nêz dibe, eniya "Na"yê xurtir dibe. Li navçeya Çayirova ya Kocaeliyê jî, esnafan anî ziman ku ew ji ber krîza aborî di referandûmê de bibêjin "Na".
Bazarvan İbrahîm Elaktir, ragihand ku krîzên siyasî yên bi welatên cîran re bandoreke neyînî li aboriyê dike û got, ji ber vana rewşa esnafên bazarê qet nebaş e. Elaktir, anî ziman ku heke di referandûmê de "Erê" derkeve, dê welat têkeve bin wesayeta kesekî tenê û wiha got: "Em pergala yekesî qebûl nakin. Niha ji xwe em ji sifirê dest pê dikin. Parlementerên me girtî ne, lê em nizanin dê hîn di pergala yekesî de çi biqewimin. Li bazarê kar qet tune ye, mirov nikarin tiştekî bikirin. Em bi xesarê zebzeyan difiroşin." Elaktir, diyar kir ku hikûmet piştevaniya navendên danûstendinê yên mezin dike û got, bi tu awayî asta dahatê ya gel nahesibîne.
‘BIRYARA ME 'NA' YE'
Ji niştecihên navçeyê Hayriye Onal a li bazarê danûstendinê dike jî, dest nîşan kir ku pêvajoya referandûmê ne diyardeyeke partiyane e û got, ev eleqedarî pêşeroja Tirkiyeyê ye. Onal wiha axivî: "Heke em bêjin 'Erê' dê bişkok têkeve destê kesekî tenê. Di serî de benek heye, heke canê wî bixwaze dê wî benî bikşîne û dê her tişt biqede. Dê mafê axatinê yê tu kesî tune be. Heke 'Erê' derkeve, dê ev zilam li gor dilê xwe tevbigere. Heke bixwaze dê sendîkayan, saziyên civaka sivîl an jî tişta ku dilê wî nexwaze dê bigire. Dê maşe di destê yekesî de be, dê her tiştî li gor serê xwe bike. Ji ber vana hemûyan ez dibêjim 'Na'." Her wiha Onal bang li her kesî kir, da di referandûmê de bibêjin "Na".
Emel Akbayrak a ji bo danûstendinê hat bazarê jî anî ziman ku, tu sedemeke ji bo "Erê" tune ye û got, ji bilî "Na"yê tu alternatîfeke wan tune ye.
Ji esnafên bazarê Feyzi Kuçukbaş, balê kişand ser krîza aborî û wiha got: "Rewşa Tirkiyeyê qet nebaş e. Her tişt li holê ye, kargeh tên girtin. Otel tu karî nakin. Turîst nayên. Li bazarê krîz heye. Li gel vana hemûyan ma divê çi bê gotin. Rengê dengê me 'Na' ye."
Bazarvan Mehmet Ay jî, balê kişand ser derhuqûqî û neheqiyên li Tirkiyeyê û wiha axivî: "Ji ber rêza min ji bo demokrasiyê heye ez ê bibêjim 'Na'. Heke 'Erê' derkeve, em ê bi her awayî bixisirin. Kar qet nabe. Aramî tune ye. Bi navê amfên mirovan tiştek nemaye. Kar tune ye. Em ê li dijî dîktatoriyê teqez bibêjin 'Na'."