Stenbol ji bo ewlehiya sindoqan amade ye

STENBOL - Dê ji bo referandûma 16'ê Nîsanê li Stenbolê 26 hezar û 250 sindoq bên danîn. HDP, ji bo ewlehiya sindoqan zêdeyî 23 hezar endamên lijneya sindoqan peywirdar kirin. Her wiha li gel vê, dê HDP bi 3 hezar serokên sindoqan û herî kêm 26 hezar muşahidan jî li ser sindoqan be.

Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê tenê çend roj man. Her ku referandûm nêz dibe li gel xebatên, karên ewlehiya ji bo sindoqan jî didomin. Dê di 16'ê Nîsanê de ji bo referandûmê li Stenbolê 26 hezar û 250 sindoq bên danîn. HDP, ji bo serokatiya sindoqan 3 hezar û 300 kes diyar kiribûn, lê belê li ser îtiraza AK Partiyê serokatiya 263 kesan hat betalkirin. Her wiha HDP, ji bo ewlehiya sindoqan zêdeyî 23 hezar endamên lijneya sindoqan peywirdar kirin.

DÊ BI DEHEZARAN KES SINDOQAN BIPARÊZIN

Li gel vê dê HDP, tenê ne bi serok û endamên lijneya sindoqan, dê bi muşahidan jî sindoqan biparêze. Serlêdana ji bo muşahidan dê heta 15'ê Nîsanê bidome. Kesê bixwaze bibe muşahid hem li ser înternetê hem jî li rêxistinên HDP'ê yên navçe û bajaran dikare serlêdanan çêbikin.

Li gel vê bi rojan e ku serokên sindoqan, endamên lijneya sindoqan û muşahid tên perwerdekirin û perwerdehî hîn jî didome.

'BI QASÎ DENGDAYÎNÊ, PARASTINA SINDOQAN JÎ GIRÎNG E'

Rêveberê HDP'a stenbolê û Berpirsiyarê Navenda Karên Agahiyan Haluk Agabeyoglu, balê kişand ser girîngiya referandûma 16'ê Nîsanê û got, pêşaniya wan a ewilîn ewlehiya sindoqan e. Agabeyoglu, dest nîşan kir ku cara ewil e ku partiya wan ji bo serokatiya sindoqan nav dane û got, ew ê heta dawiyê jî vî mafê xwe biparêzin. Agabeyoglu, dest nîşan kir ku di referandûmê bi qasî dengdanînê parastina sindoqan jî girîng e û got, li ser her sindoqê peywirdarên wan hene.

Agabeyoglu, anî ziman ku di 16'ê Nîsanê de heta hejmar bi encam bibin ew ê dengan biparêzin.

Ağabeyoglu, da zanîn ku kesên di 16'ê Nîsanê de dixwazin bibin muşahid divê li ser înternetê an jî li rêxistinên HDP'ê yên navçe û bajaran serlêdanên xwe bikin.