Ji bo 'Na'yê gelek sedemên jinan hene

ERZIROM - Ji jinên erziromî yên sedemên xwe yên "Na"yê rêzkirin Kiymet Boz, ji ber kurê wê di girtîgehê de ye; esnafa bazarê Sultan Tataş, ji ber mexdûra krîza aborî ye û xwendekara zanîngehê Şirin Kara jî beriya her tiştî ji ber ew jin e, diyar kirin ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".

Têkildarî referandûmê jinên erziormî jî sedemên xwe yên "Na"yê rêz kirin. Kiymet Boz (56) a ku ji bo biçe mala xwe li rawestgeha minîbusan rawestiyaye anî ziman ku, dê di 16'ê Nîsanê de serketina ya "Na"yê be. Boz, da zanîn ku kurê wê di girtîgehê de ye û wiha got: "Ez wek dayikeke kurd, dibêjim 'Na'. Wisa bawer dikim divê hemû jin, hemû dayik bibêjin 'Na'."

‘TEQEZ DÊ ROJEKÊ KESÊN XERAB WINDA BIKIN'

Boza, diyar kir ku dê ji sindoqan "Na" derkeve û wiha axivî: "Wisa bawer dikim dê 16'ê Nîsanê serketina hemû gelan be. Ji ber vê dilê min rihet e. Teqez dê rojekê kesên xirab winda bikin. Ji ber vê ye ku dê di 16'ê Nîsanê de 'Erê' winda bike û dê serketin a me be."

JI BER KRÎZA ABORÎ DIBÊJE 'NA'

Sultan Tataş a li bazarê goran difiroşe, anî ziman ku ew ê di referandûmê de bibêje "Na". Tataş a bi esli xwe ji Eskîşehîrê ye û ev 30 sal in li Taxa Mahallebaşi ya Erziromê rûdinê wiha got: "30 sal in ez li Taxa Mahallebaşiyê di nav kurdan de dijîm. Li vir dibînim ku bê kurd rastî ciyawaziyeke çawa tên. Di serî de ji ber zaf ji kurdan hez dikim û paşê jî ji ber krîza aborî ez dibêjim 'Na'."

‘JIN KESÊN DIBÊJIN 'ERÊ' BAŞ NAS DIKIN'

Xwendekara Zanîngehê Şirin Kara, anî ziman ku divê jin beriya her tiştî ji ber ku jin in bibêjin "Na". Kara, diyar kir ku pergala ku dixwazin bi referandûmê re bînin demokrasiyê di xwe de nahebîne û wiha axivî: "Heke em bibêjin 'Erê', dibe ku ew mafên niha bi dest neketine lê em hêvî dikin di pêşerojê de bi dest me bikevin, dê hemû bên desteserkirin. Wisa bawer dikim ku divê em wek civak bi tu awayî destûra tiştekî wisa nedin." Kara, polîtîkayên AK Partiyê yên li dijî jinan bibîr xit û wiha domand: "Beriya her tiştî ez naxwazim hemû raye têkevin destê zilamekî ku xwedî feraseta li dijî jina ye. Wisa difikirim ku dê tu jin jî musadeya vê nedin. Ew mêrek e û dê bi ser nekeve."

‘BAWER DIKIM KU EM Ê BI SER KEVIN'

Milkinaz Çiçek (51) anî ziman ku, ji bo "Erê" tu sedemek wê tune ye û wiha got: "Kes nikare ji ber dibêjim 'Na', hesab ji min bipirse. Ez dayikeke kurd im, ez bûm şahidê êşên ewladan. Ev nebû xema tu kesî. Ji ber vê dibêjim 'Na'. Û wisa bawer dikim ku em ê wê rojê bi ser kevin."