EDENE - Hevserokê HDP'a Edeneyê Huseyin Beyaz, ragihand ku ew ê tevî gel xwedî li sindoqan derkevin û wiha axivî: "Piştî dengdayînê bila gelê me ji dibistanan neçin û xwedî li vîna xwe derkeve."
Li Edeneyê ÎHD û HDP'ê ji bo ewlehiya sindoqên referandûma 16'ê Nîsanê zend û bend badan. Hevserokê HDP'a Edeneyê Huseyin Beyaz, anî ziman ku wan bi dirûşmeya "Em 'Na'yê birêxistin bikin, xwedî li sindoqên xwe derkevin" maseya karên agahiyan ava kiriye û got, ew bi vê maseyê peywirdarên sindoqan diyar dikin û amadekariyên 16'ê Nîsanê dikin.
'EM BI AWAYEKÎ KÊFÎ TÊN ASTENGKIRIN'
Beyaz, diyar kir ku wan peywirdarên sindoqan û berpirisyarên dibsitanan hilbijartiye û got, bi hin hincetên wek "der barê we de lêpirsîn heye" peywirdarên wan betal dikin. Beyaz wiha axivî: "Hevalên me yên jin sirf beşdarî daxuyaniyan bûne, der barê wan de lêpirsîn hatine vekirin û peywirdariya wan a sindoqan hatiye betalkirin. Li Tirkiyeyê tu kesek tune ye ku nehatiye binçavkirin û der barî wan de lêpirsîn nehatiye vekirin. Mixabin, li ser peywirdarên sindoqan ên HDP'Ê muameleyek wisa ya kêfî heye."
'EM XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN'
Beyaz, dest nîşan kir ku li gel hemû astengiyan jî ew ê tevî gel xwedî li sindoqên xwe derkevin û wiha axivî: "Teqez divê gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Divê em vîna xwe bi kar bînin. Her denga ku neyê bikaranîn ji 'Erê' re diçe. Ji ber vê divê gelê me biçe ser sindoqan. Piştî dengdayînê bila gelê me ji dibistanan neçin û xwedî li vîna xwe derkeve."
'EM Ê HILBIJARTINÊ RAÇAV BIKIN'
Serokê Şaxa ÎHD'a Edeneyê Îlhan Ongor, anî ziman ku ew ê wek ÎHD'ê di 16'ê Nîsanê de bi heyeteke 50 kesî ya serbixwe raçaviya hilbijartinê bikin û got, di nav vê heyeta 50 kesî de 10 parêzer jî hene. Ongor, da zanîn ku ew ê tenê ne di warê hejmartina dengan de, her wiha ew ê di warê binpêkirina mafan a dengan de jî tevbigerin û vê wek raporekê amade bikin. Ongor, bi bîr xist ku di hilbijartinên berê de gelek binpêkirinên mafan hebûn û got, niha kampanyayeke adil a hilbijartinê nayê meşandin û eniya "Erê" bi çewisandinî bi ser eniya "Na"yê de diçe. Ongor, dest nîşan kir ku di pêvajoya OHAL'ê de çêkirina referandûmê qet nerast e û got, Qanûna Bingehîn a dixwazin biguherînin ne li gor rêgezên huqûqa gerdûnî ye.