AYDIN - Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku 14 sal in îktîdara AK Partiyê tu tiştek nedaye jinan û got, ew ê di 16'ê Nîsanê de li dijî vê îktîdara ku feraseta mêr piştevaniya wê dike bersiva herî baş bidin.
Her ku referandûm nêz ddibe, li kuçeyan liv û tevgera hilbijartinê jî zêde dibe. Li gel hemû çewisandin, binçavkirin û girtinan jî eniya "Na"yê hêza xwe tim xurt dike. Di eniya "Na"yê de unsûra sereke ew e ku jin bi hemû reng û dengê xwe daxilî xebatan dibin. Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, dest nîşan kir ku herî zêde jin li dijî polîtîkayên îktîdara AK Partiyê deng derdixin û got, li dijî pergala serokatiyê ya îktîdar dixwaze li civak ferz bike herî zêde jin deng derdixin.
‘JI BER JIN XWE TÊ DE NABÎNIN DIBÊJIN 'NA''
Başaran, diyar kir ku jin li dijî pergala serokatiyê û rejîma yekzilamî eniya "Na"yê birêxistin dikin û wiha got: "Ev demeke dirêj e ku jin bi awayekî zelal "Na"yên xwe diyar dikin. Di van madeyên dixwazin bînin de bi tu awayî jin tune ne. Em behsa pakêteke ku fikr û raman jinê tê de tune ye dikin. Ev pakêt bi temamî pakêta ku kesek dixwaze îktîdara xwe bidomîne bi xwe ye û ji ber jin xwe di vê de nabînin dibêjin 'Na'."
'JINÊN KU DENG DIDIN AKP Û MHP'Ê JÎ NERIHET IN'
Başaran, dest nîşan kir ku jinên ku deng didin MHP û AK Partiyê jî ji rejîma yekzilamiyê nerihet in û wiha axivî: "Tenê em nabêjin 'Na'. Gelek jinên MHP'î jî ji vê pergala dixwazin bînin nerihet in. Çimkî xwe tê de nabînin. Jin bi temamî li dijî vê pakêtê ne. Helbet dewlet bi awayekî zelal vê dibîne. Heke astengiyeke hebe, astengiya herî mezin jî jin in."
'DÊ JIN DI 16'Ê NÎSANÊ DE BERSIVA ÊRÎŞAN BIDIN'
Başaran, dest nîşan kir ku îktîdara AK Partiyê di du salên dawî de êrîşî hemû destkeftiyên jinan kiriye û wiha axivî: "Pîvanên şer bin pê kirin û bi awayekî tazî bedenên jinan hatin teşhîrkirin. Heke hûn êrîşî hemû destkeftiyan bikin û vana qet nehesibînin, hekbet dê li dijî vê bersiveke me ya mezin hebe û dê ew jî 'Na' be. Dê di 16'ê Nîsanê de jin xwedî li mîrateya Ekîn Wanê derkevin û bersiva herî baş bidin."
Başaran, anî ziman ku di encamên anetan de jî mafê gotinê nadin jinan û got, wek mînaka Hollandayê dixwazin di ser jinan re şovê bikin. Başaran, diyar kir ku jin vê jî baş dîtine û wiha got: "Di 14 salên îktîdara xwe de tenê mirinê rewayî jinan kirin. Di van rojên ku li nêv kuçeyan jin hatin qetilkirin de, çawa ku jin li dijî qanûna tecawuzê hatin gel hev û bi ser ketin, em ê di 16'ê Nîsanê de jî bi ser kevin."