Ji Girtîgeha Şakranê nameya girtiyan

AMED - Ji Girtîgeha Şakranê ya ku 53 roj in greva birçîbûnê lê didome, girtiyên siyasî bi riya hevalên xwe yên hatin tehliyekirin nameyek şandin.

Li Girtîgeha Şakranê, greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger di roja 53'yemîn de didome. Girtiyên li Girtîgeha Şakranê bi riya hevalên xwe yên hatin tehliyekirin têkildarî binpêkirinên mafan û îşkenceyên li girtîgehê nameyek nivîsandin.

Nameya girtiyan ev e:

"Li vê saziya ku demeke dirêj e em lê tên ragirtin, bi awayekî eşkere em ji aliyê îdareya girtîgehê ve tên tecrdîkirin. hema bêje her roj em rastî mumeleyên kêfî yên nû tên û bi ferzkirineke nîzama leşkerî re rû bi rû tên. Em dixwazin pêkanînên binpêkirina rûmeta mirov, rencîdeyî, kêfî û yên li dijî mafên mirovan di bin çend sernavan de diyar bikin.

‘19 KES LI ODEYA 3 KESÎ TÊN RAGIRTIN'

Em li odeyên 14 kesî ( a rast kapasîteya wan 3 kes in), 19 kes tên ragirtin. Hevalên me yên extiyar jî di nav de, gelek kes jê li erdê radizên û ev ji bo tenduristiyê talûkeyê dide der. di warê lawabo, paqijî û hewayê de pirsgirêk hene. Rewşa hevlên me yên nexweşên giran her diçe xerabtir dibe. Hevalên me 2 hefteyên carekê dikarin bi riya telefonan bi malbatên xw ere hevdîtinan çêbikin. Hevdîtinên vekirî û girtî tenê bi ferdên herî nêz ên malbatê re tên çêkirin. Li gelek girtîgehan dema hevdîtinê saetek e, lê li vir 40 deqîqe ye.

‘AKTÎVÎTEYÊN SOSYAL BI QEDEXEYÊN KÊFÎ TÊN ASTENGKIRIN'

Bi tu awayî me dernaxînin tûrnûva, atolye û her cure aktîvîteyên sosyal û ev mafên me ji aliyê îdareya girtîgehê ve hatine astengkirin.

Her cara em ji odeyan dertên, mecbûriyeta derxistina pêlavan hatiye ferzkirin. Dema em ppêlavên xwe dernaxîne, me dubare dişînin odeyên me an jî lêpirsînên dîspîlînî didin destpêkirin.

Hevalên me yên ji girtîgeheke din tînin vir an jî ji bo tedawiyê tînin, rastî lêgerîna tazî, îşkenceyê tên û dema îtirazî vê dikin cezayê dîsîplînê li wan tê birîn.

Li odeyan her çi qas em 19 kes dimînin jî, herî zêde 3 kes dikarin bi hev re wêneyan bikşînin.

Em li ser nivînên kevn, qetandî û birtûbet radikevin.

Nameyên em dişînin ya nayên şandin an jî derneg tên şandin. Her wiha yên ji bo me jî tên şandin an nadin an jî dereng didin.

Xweşikî me naşînin revîrê. Ji ber di roja xwe de sewqên me yên nexweşxaneyan nayên kirin, randevûyên me tên taloqkirin an jî betalkirin. Her wiha careke din jî sewq vedigeure îşkenceyê.

Xizmên me, nasên me an jî hevalên me yên serdêrên wan li cihên dûr in, dema daxwaza guherandina odeyan dikin, ev daxwaza nayê qebûlkirin. Li gor îdareya girtîgehê ancax dema şer çêbibe ew dikarin biguherînin. Ji ber krîter ev e, girtî û hikumxwarên edlî tim şer dikin.

Her ku em ji odeyê dertên guhastina nasnameyê li me tê ferzkirin.

‘EM TEVÎ HIKUMXWARÊN NÎJADPEREST Û EDLÎ LI HEMAN BEŞÊ TÊN RAGIRTIN'

Hevalên me yên ji heman dozê hatine girtin tên tecrîdkirin. Li girtîgehê divê girtî û hikumxwar li gor rewşa xwe ya "sûcî" li beşên cuda bên ragirtin; lê hevalên me li beşên ku faşîst, nîjadperest û edlî lê ne tên ragirtin, ji ber vê şik û gumanên me hene.

Em dixwazin bi îdareyê re hevdîtinê çêbikin û pirgirêkên xwe çareser bikin, lê îdareya girtîgehê bi tu awayî derfeta hevdîtin û axaftinê nade. Dema em bi wan re dixwazin jî, dixwazin ku em bi awayekî nîzama leşkerî bi wan re biaxivin. Bi vî awayî rê li ber diyalogê digirin.

‘PIRTÛK, KOVAR Û ROJNAME TÊN DESTESERKIRIN'

Pirtûk û kovarên ku malbatên me dişînin, her çi qas ne qedexe bin jîn nadin me.

Rojnameyên wek "Duvar" û "Ozgurlukçu Demokrasiyê" nadin me. Îdareya girtîgehê rojname qedexe kirine û bi vî awayî xwe wek dozger û dadgehê dide der.

Em dikarin hejmara van pirgirêkan zêde bikin. Lê bi tu awayî nayên çareserkirin. Li hemberî van pirgirêkên ku îdareya girtîgehê bi awayekî hêsan dikare çareser bike heta niha sebir kir.

Me ji saziyên cemaweriyê û fermî re nivîsandin. Lê îdareya girtîgehê bi awayekî neyînî li vê nêzîkatiya me dinihêre û her diçe ev rewş girantir dibe. Heta niha me tu nêzîkatiyeke wan a baş nedîtiye. em hîn jî fêm nakin ku ji bo çi wisa dikin. Yanî dixwazin bi van tecrîd û sepandinên kêfî çi bikin.

Bi cezayên dîsîplînê dixwazin me bitepisînin. Hevalên me yên divê bên tahliyekirin, ji ber van cezayan tên emxdûrkirin. Êdî li hemberî vê em nikarin îdare bikin. Belkî hin kes bi vê dixwazin provakasyonan bidin der. Belkî jî hin kes bi van pêkanînan dixwazin xwe bi dozgeran û dewletê didin îspatkirin an jî ji weziyeta welat ji xwe re wezîfeyekê derdixin.

Li vê girtîgehê hin hevalên me ji ber van pirgirêkên ku her diçin girantir dibin dest bi "greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger" kirin. Hin hevalên m ejî ji bo 5 rojan dest bi grevên birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger îro di roja 50'yemîn de ye.

‘REWŞA WAN A TENDURISTÎ HER DIÇE ZÊDE DIBE'

Her diçe rewşa tenduristiyê girantir dibe û jiyana van hevalên me di talûkeyê de ye. Heke rewşeke neyînî xwe bide der bersiyarê yekemîn îdareya girtîgehê ye. Ji niha û pê ve em bi tu awayî ji pirgirêkên neyînî yên derkevin holê ne berspirsiyar in. Êdî dê rêveberiya girtîgehê me ber bi îşkenceyeke fizîkî ve bibe yan tiştekî din em nizanin. Ji xwe tenê ev maye û dibe ku vê jî bikin. Lê em ê tu carî li hemberî van binpêkirinên mafan û çewisandinan serî netewînin. Em wek mirovên xwedî nasnameyek siyasî û şoreşger, ji ber li dijî her cure pergala koletiyê û zilmê îtiraz dikin, em wek dîl tên ragirtin û li dijî vê tenê tenê canê me heye. Heke bibe, bêyî şik û guman em ê canê xwe jî bidin.

‘HER DIÇE BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE DIBIN'

Her diçe pirgirêk zêde dibin. Bi awayekî zêde şik û gumanên me hene. Ev demeke dirêj e ku em hewl didin dengê cwe ragihînin. Lê mixabin heta niha bi tu awayî bersiveke erênî nehatiye dayîn. Em vê nameya xwe bi riya hevalekî xwe yê tahliye bûye re radigihînin we. Îdareya girtîgehê dest danîbû ser heman namey. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan em li benda tevgerîna we ya hestiyarî û hewldanên we ne. Ji niha û pê ve berpirsiyarê hemû encaman Mudurê Yekemîn ê Girtîgehê Mustafa Sonmez e. Dê li dijî êrîşên faşîst û nîjadperest bertekên me yên demokratîk bidomin û dê berxwedana me heta bêhna dawî bidome.

Bi rêz û hurmet

Girtîgeha Jimare 3 ya Tîpa T a Şakranê/Îzmîr

Girtiyên li Girtîgeha Jimare 3 ya Tîpa T a Şakranê dimînin ev in:

M. Şirin Tekmenuray, H. İbrahim Kaya, H. İbrahim Kaya, H. İbrahim Erkılıç, Murat Kurt, Fatih Kurt, Hayati Engin,, Cengiz Eker, Sadik Erdem, M. Mihdi Erkan, Nurullah Koç, Bilen Aytimur, Yoldaş Aydin, Sercan Ustunbaş, Abdullah Turan, Ferhat Pala, Sefer Yaman, Mehmet Oztekin, Mazlum Tunç, Memduh Yildiz, Abdullah Bati, Remzi Rollas, Kadir Rollas, A.Rahman Çetinkaya, Mahmut Baran, Fettah Yildirim, M.Ali Başturk, İrfan Ogur, Faik İmiş, İsmail Genç, Mahmut Kaya, Suat Gurbuz, Hatip Bilen, Yasin Erkmen, Ozkan Yaşar, Murat Durak, İzzet Yanmaz, Mehmet Umit, Ozgur Turan, İdris Çalişkan, Nimet Yilmaz, Halis Vural, Şirin Gomuş, Abdurahman Yildirim, Mehmet Okur, Ahmet Elmas, Engin Kodaş, Ozgur Guçlu, Eyup Oğunç, Huseyin Tuç, İhsan Balkaş, Murat Aydin, Bariş Tekin, Şeyhmus Yuksel, Abdullah Aksu, Bilal Dogan, Vahap Kuzu Rojhat Jir Elma, Çaçan Topçu, Mikail Çagrici, Sancar Tuncar, Cafer Sara, A. Hakim Şik, Mehmet Savur, Niyazi Budak, İ.Halil Budak, Muhammet Kizilay, Mahsun Sati, Zana Vaktin, Cesim Keserci, Arslan İlhan, Ali Ozmen, Habip Boga, Aydin Kara, Hasip Gun, Huseyin Aydin, Mahmut Yildiz, İslam Tuner, Abdullah İnan, Halit Alpar."