STENBOL - Nobeta Azadiyê ku ji bo rojnamegerên girtî û xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin dest pê kirine di hefteya 28’an de berdewam kir.
Nobeta Azadiyê ya ji bo Şêwirmendên Gerinendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan û Necmiye Alpay û Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Kaya Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya hatiye destpêkrin di hefteya 28’an de berdewam kir. Rojnameger, rewşenbir, parazvanên mafên mirovan û siyasetmedar li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê kom bûn û nobeta xwe berdewam kirin. Nûnerên Meclîsa Tevgera Hezîrana Yekbûyî ya Bakirkoyê, Rêxistina CHP'ê ya Gungorenê û xebatkarên Televîzyona Fransiz û û Vakfa Aştiyê piştgirî dan. Serokê Rêxistina CHP'ê ya Gungorenê Îlhan Çetin Keleş, xwest hemû rojnameger û jinên girtî tev bên berdan. Endamê Meclmîsa Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî Adil Gokçe jî diyar kir ku kew dê nobeta azadiyê berdewam bikin û heta dawî azadiya rojnamegeran bixwazin.
Sekreterê Vakfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku salek berê hat kuştin bibîr anî û diyar kir ku Tirkiye vegeriya ye salên 90'an û wiha got: "Tahîr Elçî ji bo kuştiyên faîlên wan nediyar û dosyayên wan têdikoşiya. Lê mixabin ew jî bi heman rengî hat kuştin. Em dê heta dawî li tekoşîn û doza wî xwedî derkevin."
Nobet bi siloganan bi dawî bû.