Girtiyê nexweş Işik: Bila ronî netemirin, tarîtî çênebe

NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşa girtiyê nexweş Fahri Işik ê ku li gel nexweşîna pençeşêrê û rapora wî ya ji sedî 84 nekarkirinê heye û li girtîgehê tê ragirtin, her diçe xerabtir dibe. Işik wiha got: "Wek girtiyên nexweş jiyana me bi benikê pembû ve girêdayî ye. Bila ronî netemirin, tarîtî çênebe."

Rewşa girtiyê nexweş Fahri Işik (52) ê ji Payîzavaya Wanê ye û li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin, her diçe xerabtir dibe. Işik, nexweşê pençeşêrê ye û li gel vê 8 meh e li girtîgehê tê ragirtin. Işik wiha got: "Berê jî bi qasî 6 mehan di hepsa malê de mam. Paşê salekê jî ez tabiî îmzeavêtinê (şertê venêrîna edlî) hatim kirin. Di doza min a didomiya de bi îdiaya 'Endamtiya rêxistinê' 5 sal û nîv ceza li min hat birîn. Dadgeha Bilind, piştî sal û nîvekê vê birayara dadgehê nirxand û ceza daxist 3 sal û 9 mehan. Niha zêdeyî 8 mehan e ez di girtîgehê de me û hîn 3 sal û mehek maye ku ez derkevim."

Işik, îdia kir ku, ji ber îşkenceya ku di sala 2015'an de li muduriyeta polîsan lê hat kirin de nexweşîna pençeşêrê lê peyde bûye û wiha axivî: "Nexweşîna min peçeşêr e. Bi qasî 4 santîman kirkiroka (cihê xwarin tê re diçe) jê kirin. Ev nexweşîn dema ez di 2015'an de hatim binçavkirin û li muduriyeta polîsan îşkence li min hat kirin, li min peyde bû. Piştî 6 mehan şûn de dema ez çûm nexweşxaneyê ez hîn bûm. Emeliyat bûm û ji kirkiroka min 4 santîm hat jêkirin."

‘ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ NEBAŞ IN'

Işik, ragihand ku ew li Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşa Stenbolê bi qasî 3 mehan tedawî bûye û ev agahî parve kirin: "Lê ji ber nebûna derfetên madî, mecbûr mam li Wanê tedawî bibim û ez li vir emeliyat bûm. Li derve derfetên min ên tedawî û muayeneyê hebûn. Lê belê şert û mercên girtîgehê ji bo vê neguncan in. 8 meh e di girtîgehê de me, tenê carekê ji bo Saziya Tiba Edlî min birin Stenbolê."

Işik, dest nîşan kir ku nexweşxaneyên ku ew tedawî kirine rapora ji sedî 84 a nekarkirinê dane wî, lê belê Saziya Tiba Edlî ji bo vê raporê xwe li nedîtiyê daniye û wiha got: "Rapora ku dikare li girtîgehê jiyana xwe îdame bike da min."

NEXWEŞÎN BI PÊŞ VE DIÇE

Işik, da zanîn ku niha ew bi awayekî tenduristiyane nikare muayene û tedawî bibe û wiha domand: "Li girtîgehê bi awayekî cidî heta niha nehatime tedawîkirin. Tenê çend caran ew jî ji bo venêrînê min birin nexweşxaneyê. Tim dikuxwim, ji ber nebêhnstendinê, belxemeke zêde, êşên cuda, rabûn û rûniştinê, liv û tevgerê zaf nerihet dibim. Ji ber şert û mercên giran ên girtîgehê hem nexweşîn pêş ve diçe hem jî rewşa min nebaş dibe. Hevalên min ên li odeyê hemû pêdiviyên min bi cih tînin."

BANGA LEZGÎN

Işik, bang li wezaretên eleqedar û saziyên mafên mirovan kir û wiha got: "Bila nexweşên girtî nekin qurbanên hin hesab û kîtaban. Bila êdî darbest ji girtîgehan dernekevin. Bila li hemberî vê rewşê bi hesasiyet û wijdanî tevbigerinWek girtiyên enxweş jiyana me bi benikê pembû ve girêdayî ye. Bila ronî netemirin, tarîtî çênebe."

Nedim Turfent - dîhaber (Girtîgeha Tîpa T a Wanê)