Li Enqereyê di mehên dawî de 20 kes hatin revandin!

ENQERE - Li Enqereyê di çend mehên dawî de nêzî 20 kes hatin revandin. Her wiha li kesên hatin revandin sûxurtî hat ferzkirin û yên ku qebûl nekirin jî, gefa kuştinê li wan hatiye xwarin.

Di çend mehên dawî de li Enqereyê gelek kes hatin revandin. Li Enqereyê li gor serlêdanên li ÎHD'ê hatin kirin, di demên dawî de zêdeyî 20 welatî hatine revandin. Li piraniya ciwanên hatin revandin sîxurtî hat ferzkirin û bi awayekî sîtemetîk hatine tacizkirin. Her wiha yên ferzkirina sîxurtiyê qebûl nekirine jî, gefa mirinê li wan hatiye xwarin.

‘JI BO ME HÛN HEMÛ TERORÎST IN'

Herî dawî di 5'ê Nîsanê de endamê Federasyona Mafên Demokratîk (DHF) Deniz Can Murat hat revandin. Xwendekarê lîseyê Murat, dema ji malê derdikeve li Taxa Tunahan a Eryamanê ji aliyê 3 kesên ku xwe wek polîsan didin naskirin ve li wesayîteke spî ya ku plakeya wê bi 34 FE tê destpêkirin tê siwarkirin. Ji wir wî dibin eraziyekî vala yê li Etlîkê û sîxurtiyê lê ferz dikin. Murat, ragihand ku polîsan ji bo sîxurtiyê 50 TL danê û wiha axivî: "Ji min pirsên wek tu endamê çî yî kirin. Min jî got ez fealiyetkarê Tevgera Xwendekarên Sosyalîst im. Wan jî ji min re got, 'Ji bo me hûn hemû terorîst in'. Yek ji nav wan got, 'Heke tu bi me re bixebitî dê şert û mercên te yên jiyanê baş bibin. Ji xwe tu kesekî sefîl î. Tu yê ji dêvla mirîşkê îskenderê bixwî. Lê heke tu tevî me nexebitî dê serê te ji belayan xelas nebe."

‘HEKE TU REVANDINA XWE JI KESÎ RE NEBÊJÎ DÊ TIŞTEK NEYÊ SERÊ TE'

Endama Yekîtiya Xwendekarên Lîseyê (LOB) Nebahat Aleyna Sert jî, di 30'yê Adarê de li nêzî Qada Kolejê ji aliyê sê kesên ku xwe wek polîsan dan naskirin hat rawestandin û paşê li wesayîtekê tê siwarkirin û revandin. Sert, diyar kir ku ew rastî çewisandina derûnî ya polîsên ku ew revandine hatiye û got, ji ber wê sîxurtiya ku lê hatiye ferzkirin red kiriye gef lê hatine xwarin. Sert wiha axivî: "Min li wesayîtê siwar kirin û birin Nexweşxaneya Numûneyê û Pirtûkxaneya Miliyê. Paşê jî min birin derdora Parka Ankayê. Gefên wiha li min xwarin, 'Heta ku tu di vê riyê de bî, em ê belayekê bînin serê te. Lê heke tu tevî me bixebitî, ji kesî re qala revandina xwe neke dê tu tişt neyê serê te."

‘DÊ DAWIYA TE BIBE WEK YA BERKÎN ELVAN'

Aktivîsta Yekîtiya Xwendekarên Lîseyê (LOB) Hasret Îrem Koyuncu jî, di 18'ê Sibatê de dema diçû mala xwe polîsan ew da rawetandin û bi zorê li wesayîteke spî kirin. Koyuncu wiha axivî: "Di 18'ê Sibatê de dema diçûm malaê polîsan bi zorê min li wesayîteke spî kirin û revandin. Min birin cihekî tenha. Xwestin ez bi wan re bixebitim û bibim sîxurê wan. Li her derî di ser malbat û hezkiriyê min re gef li min hatin xwarin. Ji min re gotin, heke tu sîxurtiyê qebûl nekî dê her tişt xerabtir bibe. Gotin, heke tu nekî em ê dîsa te zevt bikin û heke tu van tiştan ji kesekî/ê re bibêjî em ê dîsa birevînin û bera serê te bidin. Lis er hevdu dubare dikirin û digotin, dê dawiya te bibe wek a Berkin Elavn û Dilek Doganê. Çi bê serê me Muduriyeta Polîsan a Enqereyê, Walîtiya Enqereyê û Wezareta Karên Navxweyî berpirsiyar e."

Her wiha berê jî li Enqereyê xebatkarê Navenda Giştî ya HDP'ê Fahri Yalçin, xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin Bariş Boyraz, endama Dev-Lîsê Turku Yilmaz û wleatiyê bi navê Nuh Yalçin li Taxa Turkozuyê hatibûn revandin û heman gef li wan hatibûn xwarin.