ENQERE - Lijneya Bilind a Hilbijartinê piştî daxwaza şopandina sindoqan a ÎHD'ê red kir, niha ÎHD dê li gel Komeleya Mafên Wekhev li tevahiya Tirkiye bi 36 şaxên xwe di referanduma 16'e Nîsanê de sindoqan bişopîne.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo li tevahiya Tirkiye sindoqên referanduma 16'e Nîsanê bişopine serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da. Lê YSK ev daxwaza ÎHD'ê bi gotina "Hûn dikarin wekî welatiyekî bişopînin" red kir. Li ser vê biryara YSK'ê, ÎHD' dê tevî Komeleya Mafên Wekhev sindoqan bişopîne. ÎHD, dê tevî Komeleya Mafên Wekhev bi 36 şaxên xwe yên bajaran li tevahiya Tirkiye sindoqan bişopîne.
Têkildarî mijarê Sekreterê Gişti yê ÎHD'ê Hasan Anlar, anî ziman ku ew dê tevî Komeleya Mafên Wekhev di 16'ê Nîsanê de referandum û sindoqan bişopînin. Em dê li 31 bajarên ku şaxên me lê û 5 navendên ku nûnertiyên me lê hene bi giştî li 36 bajaran refrandumê bişopînin.Em dê bi giştî li 36 bajaran sindoqan bişopînin. Ligel vê yekê li bajarên ku aktîvîstên me hene jî dê li bajarên xwe sindoqan bişopînin. Em lîsteyan amade dikin. Me bang li aktîvistên xwe kir. Piştî me navê tevan diyar kir, em dê kartên çavdêriyê ji wan re derxin û serî li walîtiyên bajaran bidin. Em hem dê serî li Walîtiyê bidin û hem jî serî li Lijneyên Hilbijartinê yên bajaran bidin."
ÎHD Û KOMELEYA MAFÊN WEKHEV DÊ LI SER 4 MIJARAN ÇAVDÊRIYÊ BIKIN
Anlar, anî ziman ku ew û Komeleya Mafên Wekhev dê li ser 4 xalan çavdêriyê bikin û wiha got: “Em dê bişopînin ka ji bo welatiyên astengdar derfetekî çawa hatiye avakirin?. Em binerin ku pir zimanî esas hatiye girtin ya na? Dê her kes karibe bi zimanê zikmakî dengê xwe bide? Şert û mercên fîzîkî guncav in ya na? Sindoqên hatine avakirin li gorî ûsul û zagonan hatiye avakirin ya na? Belge li gorî zagonan hatine sazkirin ya na? Em dê van xalan çavdêr bikin û bişopînin.
ÊM DÊ ÎKTÎDARÊ BIŞOPÎNİN
Anlar, da zanîn ku di xebatên kampanya referandumê de îktîdar sazî û derfetên dewletê heta dawî ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û ew dê di sindoqan de jî vê yekê bişopînin. Anlar, wiha got: "Em dê roja referandumê jî çavdêr bikin ku îktîdar çawa tev digere. Ji ber ku îktîdar alîgir e, dê di roja hilbijartinê de jî vê hêza xwe bikar bîne ya na? Îktîdar dê hêza dewletê bikar bîne ya na?
‘PÊVAJOYEK HİQÛQÎ Û ZAGONÎ YA REFERANDUMÊ ÇÊNEBÛ'
Anlar, bal kişand ser xebatên kampanya referandumê û wiha got: "Di xebatên referandumê de divê YSK tenê çavdêriyê nede partiyên siyasî ev biryarek şaş e. Her wehatî û her sazî berî hilbijartinê û roja hilbijartinê dikare çavdarê bike û mafê wî yê mudaxaleyê heye. Ne rast e ku tenê partiyên siyasî sindoqan bişopîne. Ne raste ku tenê partiyên siyasî xebatên referandumê bike.YSK saziyên sivîl û civakî tev li vê pêvajoyê nekir. Ev şaş e. Ji ber vê yekê pêvajoya hiqûqî û zagonî ya kampanyayê çênebû. Divê welatî karibe dengê xwe û encama wî bişopîne. Lê astengkirina ve yekê ne hiqûqî û zagonî ye.
‘REFERANDUMA LI KURDISTANÊ NE REWA YE'
Anlar, bibîr xist ku muşahîd û çavdêrên HDP’ê yên ser sindoqan jî tên redkirin bi saqince tê dîtin û wiha lê zêde kir: "Ev helwesta YSK'ê şaş e. Divê bi lezgîn dest ji vê yekê berde. Li hin bajarên Kurdistanê lîsteya muşahîd û çavdêrên HDP’ê tên redkirin û betalkirin. Ev me dixe nava fikaran. Li wê herêmê HDP xwedî dengê zêde ye, lê dê nikaribe sindoqan bişopîne. Ev gotina bi saqince ne karê YSK'ê ye. Karê darazê ye. Divê bi lezgîn ev serlêdan bê qebûlkirin û ev şaşî bê rastkirin.
Anlar, bal kişand ser dengên dervê welat jî û wiha got: "Piştî mirov dengê xwe bikar tînin demekê deng li wir tên hiştin. Dibe ku piştre mudaxaleya dengan bê kirin. Ev fikar û guman heye. Ev yek bi saqince ye. Welatî diyar dikin ku di bikaranîna dengan de nelirêtî heye. Divê YSK hişyar tev bigere."