Jinên esnaf ên Eskîşehîrê li djî cudakarî û neheqiyê dibêjin na

ESKÎŞEHİR - Li Eskişehîrê jinên esnaf û kedkar ên seyarfiroşiyê dikin diyar kirin ku ew dê li dijî kedxwarî, cudakarî û nehiqê bêjin "Na". Jina 74 salî Fikret têkildarî referandumê axivî û got: "Heta ez rojên xweş nebînim naxwazim bimirin."


Bi nêzîkbuna referanduma 16'ê Nîsanê re wekî her bajarî li Eskişehirê jî xebat û kelecana referandumê zêde ye. Li kolana Îsmet Înonu ya Eskişehirê, esnafên jin ên li kolanê sîmît, şambelot, kaxizê şensê difiroşin, der barê referandumê de nerîn û fikrên xwe parve kirin. Hin jinan bi awayekî fikar nexwestin fikrên xwe zelal bikin û diyar kirin ku dê di roja sindoqê de diyar bikin. Hin jinan jî aşkere gotin dê dengê "Na" bikar bînin.

Dayika 3 zarokan Zeynep Çag ku 11 salin ji Rihayê hatiye û li vir bi firotina Simîtan debara xwe dike diyar kir ku hevserê wê 4 meh berê ji înşatê ket xwar û nikare kar bike. Çag, ani ziman ku ji bo debara male bike li vir simîtan difiroşe û wiha got: "Ji ber ku em kurd im hevserê min di karê înşatê de pir rastî neheqiyan hat. Gelek mafê me hat xwarin. Ew qas cudakarî û neheqî heye. Em dê çawa ji vê cudakarî û neheqiyê re bêjin Erê? Em dê bêjin "Na" Em ji bo pêşerojê û aştiyê dibêjin "Na"

LI DIJÎ ZORDESTIYA MÊR NA'

Jina ku kaxizên şensê difiroşe û ji Edîrneyê hatiye li Eskîşehîrê bi ch bûye Semiha Dolek jî anî ziman ku 13 salin li Eskişehirê dijî û jinek Kemalist e. Dolek, ani zinan ku jin pir rastî tundî û zextên mêr tên û êdî li dijî vê zext û tundiye dibêjin bes e û ji bo vê yekê dibêjin "Na" Dolek, da zanîn ku li dijî zext û zordariya mêr dibêjin "Na"

‘HETA ROJÊN XWEŞ NEBÎNIM NAXWAZIM BIMIRIM'

Jina kedkar a 74 salî ku li kolanê şambelotan difiroşe pîra Fikret jî anî ziman ku 4 neviyên wê hene û wiha got: "Binere way çadira "Erê" li wir e. Ger ku erê derkeve ez naxwazim bifikirm ku dê çi bibe. Ez pir im û tevî vî temenê xwe dixebitim. Em bi kuve diçin ne diyar e. Êdî divê em vê rêveçûnê rawestînin. Tu êdî fam bike ku bijartina min çiye. Ez dixwazim rojên xweş bibînim. Heta rojên xweş nebînim naxwazim bimirim.
Jinek din ku navê xwe diyar nekir û şambelotan difirşe jî hem belavokên "Erê" û hem jî belavokên "Na" li ser dezgehê we hene. Jina ku AKP'î ye, anî ziman ku êdî rengê ker kesî diyar bûye û heta niha ji ber ku tu xêr ji partiyên îktîdarê nedîtine dê bêje "Na"

Evin Gulan Fidan - dihaber