MÛŞ - Dayika Sîsê Bîngol a 78 salî careke din hat girtin.
Dayika Sîsê Bîngol (78) a li gundê Badanê ya navçeya Gimgima Mûşê dijî bi kurê xwe Zafer Bîngol de bi îdiaya "bi zanebûn û daxwaz alîkariya rêxistinê kirine" hatin girtin. Dayika Sîsê ya di nîsana 2016'an de hatibû girtin piştî 2 meh û nîv ji girtîgehê hatibû berdan.
Dayika Sîsê ya ji ber nexweşî û dema wê ya girtîbûnê li ber çavan hatibû girtin û hatibû berdan di doza ku hate dîtin de bi îdiaya "bi zanebûn û daxwaz alîkariya rêxistinê kiriye" 4 sal û 2 meh ceza xwaribû. Piştî ku Dadgeha Îstinafê ya Erziromê cezaya Dayika Sîsê erê kir, bi kurê xwe Zafer Bîngol ve hate girtin.
Dayika Sîsê û kerê wê hatin girtin û ew birin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Dayika Sîsê ji ber nexweşaya pişikê, tansiyon û rehîmê di bin kontrolê de bû.