Li herêma Şarezûrê pirozbahiya 4’ê Nîsanê

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li Pirdî Zelm a girêdayî bajarokê Xurmala herêma Şarezûr bi şahiyekê 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir. Li gundê Sureqele yê Silêmaniyê jî 4'ê Nîsanê bi coşek mezin hat pîrozkirin.


Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), li Pirdî Zelm a girêdayî bajaroka Xurmala girêdayî navçeya Şarezûr a girêdayî Silêmaniyê bi dirûşma "Li gel Rêber Apo jidayîkbûn, li gel Rêber Apo azad dibîn û serdikevîn" 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi şahiyekê pîroz kir. Di destpêka pîrozbahiyê de Çînor Xerîb li ser navê RJAK’ê axivî û got; “Dijminên gelê Kurd wisa dizanîn bi girtina Ocalan wê têkoşîna gelê Kurd têk biçe, lê Rêber Apo ev plana dijmin vala derxist. Ez bang li hemû gelê Kurd dikim ku xwedî li rêberê xwe derkevin û ji bo azadiya Ocalan tekoşîn bilind bikin.”

Piştre jî Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê yê herêma Şarezûr Soran Hesen ku axivî, got; “Em weke Tevgera Azadî vê rojê li tevahî gelê Kurd pîroz dikin. Her wiha bi boneya vê rojê jî li vir cardin peyama me ji bo hemû gelê Kurd û herêmê ewe em hemû destwerdanên derve yên ji bo karê Başûrê Kurdistanê red dikin. Bi taybetî der barê ala Herêma Kurdistanê li bajarê Kerkûkê.”

Soran Hesen wiha jî got: “Divê gelê Kurd bi vê boneyê hemû dagirkeriyan red bike û xeta xiyanetê jî awî li peywendiyên heyîn ên li gel dewleta Tirk a dagirker bîne.”
Pîrozgahî bi gotina sitrana û gerandina govendê bi dawî bû.

SLÊMANÎ

Bi heman armancê li gundê Suraqele ya bajaroka Çartê ya ser bi bajarê Silêmanî bi tevlîbûna sedan kesî şahiyek pêk hat. Şahî ji aliyê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) û bi piştgiriya Ciwanên Welatparêz yên Tevgera Azadî pêk hat. Ji çar parçeyên Kurdistanê welatî tev li şahiyê bûn. Qad bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK û YPG’ê hatin xemilandin. Li ber stranan govend hatin gerandin. Bê navber siloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Rojbûna te pîroz be ey serok’ hatin gotin. Bi boneya rojê RJAK’ê peyameke nivîskî xwend û got: “Em bi Rêber Apo ji dayîkbûn, emê bi Rêbertî azad bibin uu serbikevin. Ev 18 sale Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê dibin tecrîteke giran de ji bo me têdikoşe. Tecrîta li ser Rêber Apo tê pêkanîn di serî li ser jinan uu tevahî gelê Kurd tê pêkanîne. Em tecrîdê lanet dikin.”

Di daxuyaniyê de ji bo azadiya Ocalan hate gotin ku, heya şertên jiyana azad a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk neyê divê li her qadekî de têkoşîn were bilind kirin û wiha hat gotin: "Divê jin li ser esasê fikrên Ocalan xwe rêxsitin bikin û bi awayeke çalak beşdarî siyaseta demokratîk bibin.” Piştre Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah jî axivî û got: “Em îro li vir rojbuuna mirovê herî azad yê dîrokê pîroz dikin. Em weke Tevgera Azadî rojbûna Rêber Apo li tevahî şervan, gerîla û pêşmergeyên Kurdistanê û hemû têkoşerên ji bo azadiya gelê me têdikoşin pîroz dikin. Em vê rojê diyarî gelê Kurd û gelên bindest yên Rojhilata Navîn dikin. Em bi nêrgizên bahara Kurdistanê rojbûna te pêşwazî dikin. Rihê te rihê me ye, henaseya te henaseya me ye û têkoşînê te jî ji bo me çira ye. Gelê me bi salan bê Rêber têkoşiya. Hemû parçebûn, nokerî û destwerdanên derve ji ber nebuuna Rêberek bû. Lê, îro êdî birêz Oaclan tenê ne ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên Rojhialta navîn pêşengî dike û têdikoşe."

Şahî bi stranan ya Koma Ararat û Koma Serhat û Koma Netewî ya Koser û lîstika şanoyê berdewam kir. Heya saetên dereng jî govend hate gerandin.