Girtiyê siyasî xistin odeya edliyan

AGIRÎ - Li Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê girtiyê siyasî Zeynep Topçû xistin odeya edliyan.

Girtiya siyasî Zeynep Topçû ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî bû, şandin Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê. Zeynep Topçu, piştî şandin Agiriyê bi hinceta li girtîgehê odeya jinên siaysî tune xistin nava jinên edlî. Topçu ku cezayê muebetê girtiye, bi riya parêzerê xwe agahî da û anî ziman ku di nava girtiyên edlî te tê girtin. Topçu, anî ziman ku ji 4'ê Nîsanê de di nava girtiyên edlî de dimîne û pirsgirêka purtûk, rojname û kovaran dijî û nikare mafê xwe yê xwendinê bi dest bixe. Topçu xwest demek berî demekê daxwaza wê ya guhestinê pêk bê.