Posterên Hevserokên HDP'ê Demîrtaş û Yuksekdag desteser kirin

EDENE-WAN - Li Edeneyê beriya mîtîngên ku HDP pêk bîne polisan bi ser qada mîtîngê de girtin. Polîsan di serdegirtna qada mîtîngê de posterên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahatîn Demîrtaş bi hinceta "Qedexe ye" desteser kirin. Polîsan 2 kes jî binçav kirin. Li Wanê jî stanta "Na" ku li Parka Feqiyê Teyran hat vekirin bi fermana Qeyûmê hat rakirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê û Koordînasyona Rêveberiya Bajar a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê saet di 14.00'an de li Qada Ugur Mumcu ya Edeneyê mîtînga "Na" pêk bînin. Beriya mîtîngê polîsan bi ser qadê de girt. Dema rêvberên HDP'ê Vedat Erîm û Abdurrahman Ozgezer li qada mîtîngê amadekarî dikirin û li strana “Bejin Na” dixistin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Polîsên bi ser qadê de girtin, agahiyên li ser dikê û posterên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag ên niha girtî ne desteser kir.

Rêveberên HDP'ê bertek nîşanî van pêkanînên polîsan ên keyfî dan û diyar kirin ku li gel hemû astengiyan dê bi coşek mezin li qada Ugur Mumcu mîtînga "Na" pêk bînin. HDP'îyan bang li Gelê Edeneyê kir ku bi coyek mezin tev li mîtîngê bibin.

QEYÛMÊ STANTA NA RAKIR

Li Wanê jî rêxistina HDP’ê di çarçoveya xebatên referandumê de li Parka Feqiyê Teyran stanta "Na" vekir. Di saetên êvarî de zabitayên ku ji aliyê Qeyûma Şaredariya Wanê ve hatin peywirdarkirin çûn parkê û stanta "Na" rakir. Zabitayan parast ku ji bilî destûra YSK'ê divê destûrê ji Qeyûmê jî bigirin.

Di saetên serê sibê de jî zabitayên şaredariyê çûn ser stanta HDP'ê ya li Qada Beşyolê û gotin "Ev stant ne zagonî ne" xwestin stantê asteng bikin. Balkêş e li avahiyên gelek şaredariyên AKP'î ve jî pankartên "Erê" hatine daliqandin. Dîsa TIR'a "Erê" ku li tenişta stanta "Na" propaganda "Erê" dike jî zabita tev li wê nabin û destûr didin ku TIR’a Erê xebatan bikin.