AMED - Polîsên ku parazvaniya qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cumalî Atîla dikin hat îdiakirin ku bi şev operasyona ku kirine hemû kulîlkên li odeyên xebatkaran kom kirine. Kulîlkên ku hatin komkirin teslîmî Midûriyeta Park û Baxçeyan hatine kirin.
Polîsên ku parazvaniya qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cumalî Atîla dikin beriya mîtînga Serokomar Tayyîp Erdogan a li Amedê derket holê ku li avahiya şaredariyê operasyona kulîlkan pêk anîne. Polîsên ku bi şev li avahiya şaredariyê lêgerîn kirin hemû kulîlkêl li odeyên xebatkaran kom kirine û hinet dane esnafan hinek jî teslîmî Midûriyeta Park û Baxçeyan kirine. Hate îdiakirin ku ev operasyona kulîlkan li ser fermana qeyûm Atîla pêk hatiye û ji niha û pêve jî xebatkar dê li odeyên xwe çîçekan nehêlin.
Xebatkarên şaredariyê diyar kirin ku bêyî agahiya wan ev operasyon pêk hatiye û li hemberî vê yekê aciz in.