ÎZMÎR - Li Îzmîrê di serdegirtinên malan de rêveber û endamên HDP'ê jî di nav de 13 kes hatin binçavkirin.
Li navçeyên Konak, Buca, Menemen, KArabaglar û Bayrakliya Îzmîrê serê sibehê polîsan bi awayeke hemwext bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de mal hatin serobinokirin û deriyên malan hatin şikandin. 13 kesên ku di nav de rêveber û endamên HDP'ê jî hene hatin binçavkirin.
Kesên ku hatin binçavkirin ev in: Serdar Ozen, M. Mufeîl Aydin, Sozdar Akdogan, Mustafa Goze, Hazal Yetîm, Sîdar Ozalp, Dîlan Koyuncu, Şiyar Akay, Gokhan Kizil, Serhildan Kizil, Cansever Îrlan, Selamî Kutlu û Şehmus Akdogan.