DÎLOK - Li gel ku saziyên dewletê nikarin propogandaya tu partiyên tevlî hilbijartinê dibin bike jî otobusên Şaredariya Mezin a Dîlokê afişên mezin ên propogandaya "Erê' bi ablema AKP’ê dike. Li ser vê CHP’ê serî li YSK’yê da.
Li Dîlokê otobusên şaredariyê reklama "Erê' dikin. Li gel ku li gorî qanûna Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) tevlîbûna şaredariyan a hilbijartinan qedexeye jî Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê li ser dawiya otubusên şaredariyê afîşên mezin ên propogandaya "Erê" bi ablema AKP’ê dike. Li gor madeya 16 (17/5/1979-2234/5 md. Ji nüve rastkirin 28/12/1993-3959/4 md. Guherîn 8/4/2010/ - 5980/9 md.) ji destpêkirina propogandaya hilbijartinê heya roja dengbikaranînê tu saziyên dewletê nikarin poster, afiş, pankarta tu partiyan bi karbînin.
Piştî ku otobusên şaredariyê geriyan Rêxistina CHP’ê ya Dîlokê serî li YSK’yê da.