STENBOL - Koordinasyona Komeleyên Herêmî yên Demokratîk, helwesta xwe ya referandumê diyar kirin û diyar kirin ku ji bo jiyanek hevpar û xwehbiratiyê dê sed hezar caran bêjin "Na"
Koordînasyona Komeleyên Herêmî yên Demokratîk (DYDK), têkildarî referanduma 16'ê Nîsanê bi şîara “Gel dibêjin Na" li Navenda Çandê ya Bajar a Şîşmiyê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li salona ku civîn hat lidarxistin pankarta “Ji Şer, înkar û bişaftinê re Na", “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin, Zext me bêzar nakin" û “Ji OHAL’ê re, ji zilm û zextan re û ji dikta-faşizmê re Na" vekirin. Gelek endam û rêveberên koordinasyona komeleyan amade bûn. Li ser navê Koordinasyonê Mesut Gerçek daxuyanî xwend.
Gerçek, anî ziman ku ji ber polîtîkayên şaş û belavbûyî koçberiya bi zorê dest pê kiriye û kesên koçber bûne li çar aliyên welat belav bûne. Gerçek, anî ziman ku koçber li metropolan ji ber şertên dijwar neçar mane li hev kom bibin û komele avakirine. Gerçek, destnîşan kir ku wekî komeleyên herêmî ji bo xwe referandumê pir girîng dibînin û wiha got: "Kesên pakêta Qanûna Bingehîn avakirin, wekî ku pakêta yekîtî û tevahiya xurt a pêşeroja Tirkiye pênase dikin û pêşkêş dikin. Lê rastiya vê pakêtê ne wisa ye. Pakêta ku hemû mafên azadiya nasname, bawerî, çand û zimanan neparêze ew ne rewa û ne demokratîk e."
Gerçek, destnîşan kir ku ev pakêt ji bo berjewendî û parastina pêşeroja îktîdarê ye û wiha got: "Ji bo sibê hesabê vê zerara ku îro îktîdarê daye Tirkiye neyê pirsîn van zagonan wekî mertalê parastinê derdixe. Ji serî heta binî ev guhertinên qanuna bingehîn dijdemokratîk in. Bi vê pakêtê hemû erk û rayeya dewletê di destê yek zilamî de kom dibin. Ev pakêt dê qanûna bingehîn a 82'an jî derbas bike.
Êdî daraz, rêveberî û zagonsazî tev dikeve destê yek zilamî. Dê 80 milyon mirov têkeve bin destê yek zilamî. Bi dehan radyo, televîzyon û rojname hatin girtin. Bi hezaran siyasetmedar, akademîsyen, rojnameger û hunermend hatin girtin. Hemû eniya xebatên "Na" dimeşîne tev di bin zextan de den. Hemû derfetên dewletê û saziyên dewletê pêşkêşî Serokomar hatine kirin. Li gel vê yekê gel dibêjin "Na" Gel ji neheqî û bê edaletiyê re dibêjin Na. Welatiyên vî welatî di 16'ê Nîsanê de ji bo jiyanek hevpar û xwebiratî dibêjin 'Na' Em ji zimanê siyasetê ku eniyan ava dikin û cudakariyê dixin nava reng û baweriyan û yên dibêjin 'Na' wekî 'Xaniyên Welat' îlan dikin re sed hezar caran dibêjin 'Na'. "