Edene ligel baranê herikî qadê

EDENE - Li Edeneyê ji bo mîtînga "Na" yê ligel baranê gel diherike qadê.

Li Edeneyê ji bo mîtînga "Na" ya HDK, KCD, TJA, HDP û DBP'ê ve tê lidarxistin bi hezaran kes ligel baranê diherikin Qada Ugur Mumcu. Qad li alên HDP'ê hatin xemilandin û pankartên "Na dê ciwan bi ser kevin" "Na dê aştî bi ser keve" "Na dê hêvî bi ser keve" hatin daliqandin û dirûşmên "Ji girtiyan re azadî "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" "Pêkûtî me bêzar nake" hatin berzkirin.

Ligel baranê bi hezaran welatî gel li noqteyên lêgerînê derbasî qadê bûn û bi alên HDP'e û dirûşmên "Na" û "Bijî Serok Apo" berz kirin derbasî qadê bûn. Welatî di bin baranê de bi wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ve govend gerandin.