AMED / ÎZMÎR - Xizmên windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Îzmirê bi boneya "Bila winda bên ditin û kujer bên darizandin" aqûbeta winda Nurettin Ozturk û Aydin Tekay pirsîn û xwestin daxwazên girtiyên di çalakiya grevê de bi lezgîn pêk bê.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan bi silogana "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" di hefteya 426’an de kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan dîsa wêneyên windayan rakirin û wêneyê Serokê Baroya Amedê yê li Sûrê hat kuştin Tahîr Elçî rakirin. Di çalakiyê de xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan, rêveberên ÎHD, rêveberên SES'ê û gelek kesên din amade bûn. Xizmên windayan vê hefteyê çîroka Nûrettîn Ozturk ê di 5'ê Nîsana 1984'an de li Enqereyê hat binçavkirin pirsîn.
‘BILA DARBEST JI GIRTÎGEHAN RANEBIN
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Adnan Orhan, axivî û diyar kir ku ew dê pirsîna aqûbeta windayan berdewam bikin. Orhan, anî ziman ku pêkanînên salên 90’î hêj berdewam dike û wiha got: "Ji wê demê heta niha hişmendî qet nehatiye guhertin. Heta ku winda bên dîtin û hesap ji kujeran bê pirsîn em dê aqûbeta windayan her bipirsin. Em bang li rayedaran dikin ku demek berî demekê daxwazên girtiyan pêk bînin û operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bikin.Ji bo darbest ji girtîgehê dernekevin jî divê her kes hestiyar tev bigerin. ''
Endama komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Dilan Deniz Vurgun jî çîroka Nurettin Ozturk xwend. Vurgun, anî ziman ku Nurettin Ozturk di 5'ê Nîsana 1984’an de li Enqereyê hat revandin û wiha got: "Li gori îfadeyên şahidan Ozturk, birin Enqereyê. li Labradorên Lêkolîna Kûr (DAL) de rastî îşkenceya giran hat. Hemû weldana dayika Ozturk bê encam ma. Malbat der barê aqûbeta kurê xwe de negîhiştin encamekê. Ji ber ku aqûmet ne diyar e malbat hêj têkoşina lêgerînê dikin."
Hevseroka SES'ê ya Amedê Gonul Adıbellî jî çîroka Serokê Rûmetê yê SES'ê Necatî Aydin ê di 1994’an de hat windakirin û piştre agahî jê nehat girtin parve kir.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan pêk anîn.
LI ÎZMÎRÊ JÎ AQÛBETA AYDIN TEKYA PIRSÎN
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan ên Îzmirê jî bi heman armancê li pêş Sumerbanka berê ya Konakê aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiya vê hefteyê de Parlamenterê HDP'ê Ertugrul Kurkçu û Sibel Yigitalp amade bûn. Di çalakiyê de pankartên “Winda wîcdan in, li wîcdanê xwe xwedî derkevin" û “Winda diyar in kujer li ku ne" vekirin. Li ser navê komê Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmirê Ahmet Çiçek, diyar kir ku li Şakranê 53 rojin çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin. Çîçek xwest bi lezgîn d8axwazên girtiyan pêk bê.
Çîçek pirsa aqûbeta Aydin Tekay ê di sala 1994'an de dema dihat Lîceyê ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Karazê de hat windakirin pirsî. Çîçek, anî ziman ku Aydin Tekay li gundê Dilber ê Lîcê dijiya. Bavê 2 zarokan bû. Hevsera wî ducanî bû. Ji ber kesê debara wan bike tunebû nediçû leşkeriyê. Fekî difirot û debara xwe dikir.
Di 11.04.1994an de dema bi otobusa gund diçû Amedê ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan ve hat rawestandin û hat binçavkirin. Leşkerên Fermandariyê bi hinceta Aydın Tekay, neçûye leşkeriyê hat binçavkirin û li gel hemû hewldanên malbatê êdî nehat dîtin.
Ji bo me doza Tekay bi dawî nebûye. Em dê lêgerîna xwe berdewam bikin.