ÎZMÎR - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên Şakranê di roja 53'an de berdewam dike. Malbatên girtiyan ku 2 rojin di çalakiya piştevaniyê dene, diyar kirin ku hewce be ew jî dê li gel zarokên xwe têkevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakranê ya Alîaga ya Îzmirê, bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk bê, zext û zordariyên li ser girtiyan bi dawî bibe û operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin ji 15'ê Sibatê ve ketine çalakiya greva birçîbûnê di roja 53'an de berdewam dike. Malbatên girtiyên Şakranê jî bi armanca piştgiriye bidin girtiyan 2 rojin di çalakiya piştevaniyê dene. Malbatên 15 girtiyan çalakiya xwe berdewam dikin. Piştevanî û ziyareta malbatan jî bi tevlêbûnek mezin didome. Ji malbata girtiyan Muazzez Baykan diyar kir ku birayê wê Zana Yatkin 53 rojin ji bo daxwazên wan pêk bê li Şakranê di çalakiya greva birçîbûnê de ye û heta daxwazên wan pêk neyên ew jî dest ji çalakiyê bernadin. Muazzez Baykan, anî ziman ku rewşa girtiyan her ku diçe xerab dibe û wiha got: "Ger ku daxwazên girtiyan pêk neyê em jî dê dest bi çalakiya greva birçîbûna bêdem û bêdorveger bikin."
DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE
Dayika Ozkan Yaşar ê di çalakiyê de ye Hazal Yaşar jî xwest demek berî demekê daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin û wiha got: "Zarokên me ji bo zilm bi dawî bibe dest bi çalakiyê kirine û wiha got: "Piştî me rewşa kurê xwe dît ku hiliya ye êdî em jî xwarin naxwin. Li şûna ku Erdogan başar bi başar digere û di axive bila li girtîgehan binere. Em dixwazin rêberê me azad bibe û bê berdan. Daxwazên wan daxwazên me ne.
DIVÊ TIŞTEK BÊ KIRIN
Xwendekara zanîngehê Tijda Kiliç jî wiha got: "Ji bo em piştgiriyê bidin çalakiya zindanê ku 53 rojin didome em jî ketin çalakiyê. Bêdengiya cemaweriyê dê bibe sedemên xerab. Îro 53 rojin di çalakiyê dene. Rewşa wan xerab dibe. Divê em bibin dengê daxwazên wan. Divê her kes destê xwe dîne ser wîcanên xwe.
Piştevanê çalakiyê Erol Keskin, jî anî ziman ku ew ji Deryaya Reş e û wiha got: "Çalakiya li Girtîgeha Şakranê ketiye rewşek krîtîk. Jiyana mirovan di bin talûkeyê de ye. Divê hemû mirovên hestiyar hişyar tev bigerin. Divê her kes dengê xwe bilind bike. Welatî Cebrail Çomak jî anî ziman ku pêwiste her kes hestiyar tev bigere û bibin dengê girtiyan. Çomak, anî ziman ku mirov bêdeng bimînin dê rewş xerabtir bibe.
EV ZILM NAYÊ QEBÛLKIRIN
Piştevana çalakiyê Vasfi Ozer jî xwest rayedar bi girtiyan re hevditin pêk bîne û daxwazên wan çareser bikin. Ozer, anî ziman ku ger daxwazên girtiyan bê bersivandin dê çalakî jî bi dawî bibe û wiha got: "Me ji bo piştgiriyê dest bi çalakiyê kir. Divê her kes tev li vê çalakiyê bibe û piştgiriyê bidin çalakgeran û bibin dengê wan.
Hanife Gumuş ku ji bo piştgiriyê ketiye çalaiya grevê jî xwest hemû kesên xwedi wîjdan dengê xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin çalakiyê.