STENBOL - Li mîtînga "Erê" ya Yenîkapiyê pankarta Serokomar Erdogan a di destê wî de çek heye hat daliqanin.
Li Yenîkapiyê bi beşdarbûyîna Serokomar Tayyip Erdogan û Serokwezîr Binali Yildirim mîtînga "Erê" hat lidarxistin. Pankartên di destên kesên hatin mîtîngê de balê kişandin.
Komek, di dest wan de pankarta ku wêneyê Serokomar Erdogan ê di dest wî de çek heye ket qada mîtîngê. Her wiha li ser pankarta ku li ser "Şervanên qehremena" nivîsandî jî, wêneyên Serokwezîr Yildirim, Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu yên ku çek di dest wan de ne hene.
Ji ber mîtîngê li Qada Yenikapiyê û hawirdora wê bi awyekî zêde tevdîrêne wlehiyê hatin girtin. Di mîtîngê de 5 hezar polîs û 700 personelên tenduristiyê hatin peywirdarkirin û her wiha ji bo mîtîngê bi 185 wesayîtên behrê û bi hezaran otobês kes hatin veguhastin.