Dozger, polîsê ku Oner eciqand xelat kir!

AMED - Di çalakiyên protestoyên 15'ê Sibata 2013'an de ajokarê wesayîta zirxî polîs S.K., bi maşîna zirxî ciwanê 19 salî Şahin Oner eciqand û kuştibû. Ligel fadeyên şahidan û raporên edlî û pêzaniyê jî, Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi tawanbariya "qûsûrdariya bûye sedema mirinê" doz li S.K. vekir û bi vî awayî polîs xelata bêsûciyê girt. Ceza li S.K. bê birîn jî, ji ber guherandinên qanûnan dê S.K. nekeve girtîgehê.

Di 10'ê Sibata 2013'an di dema protestoyên 15'ê Sibatê de li semta Şehîtlîkê ya Yenîşehîra Amedê, ajokarê wesayîta zirxî polîsê bi navê S.K., Şahin Oner ê 19 salîî eciqandibû û kuştibû. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, piştî 4 salan îdianameya der barê lêpirsîna polîsê bi navê S.K. temam kir. Piştî Oner jiyana xwe ji dest da, Waliyê Amedê yê wê demê Mustafa Toprak têkildarî bûyerê wiha gotibû: "Dema xwepêşandêr hewl daye bombeya destan bavêje wesayîta polîsan bombe di destê wî de teqiyaye û miriye." Lê belê, di nûçeya DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin de, derketibû holê ku bi tu awayî yekpareyiya bedena Oner xera nebûye û li ser cenaze şopên eciqandinê hene. Di çarçoveya lêpirsînê de, polîsên ku diviya wek gumanbar bihatanan dîtin wek şahid îfade dan, lê belê têkildarî bûyerê polîsek jî nehatibû girtin.

LI GOR DOZGER, POLÎ BI AWAYEKÎ 'QUSÛRDAR' BÛYE SEDEMA MIRINA ONER

Di îdianameya ku ji aliyê 7'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê ve hat qebûlkirin de, dozger bi îdiaya "qusûrdariya bûye sedema mirinê" xwest S.K. di navbera 2-6 salan de bê cezakirin. Dozger di îdianameyê de parast ku, roja bûyerê komeke 25-30 kesî li semta Şehîtlîkê ya Yenîşehîrê rê li trafîkê girtine û çalakiyeke "derqanûnî" kirine. Dozger, der pêş kir ku polîsan kom hişyar kiriye, lê li gel vê jî kom belav nebûye û bi molotof, fîşekên hewayî, bombeyên destan û keviran êrîşî polîsan û wesayîtên wan kirine. Dozger, ragihand ku li ser mudaxileya polîsan kom xwe bera nav kuçeyên taxê daye û bi bîr xist ku, li cihê bûyerê wesayîta zirxî ya bi koda 75 a Shortland li Oner qelibiye û Oner jiyana xwe ji dest daye û li ser vê der barê S.K. de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

ATK: ONER, BI ECIQANdiNA WESAYÎTA ZIRXÎ MIRIYE

Têkildarî bûyerê 1'emîn Lijneya Îhtisasê ya Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK), di rapora xwe de diyar kir ku Oner, ne ji be madeya teqemeniyê di encama eciqandina wesayîtê de miriye. Her wiha rapora pêzaniyê jî diyar kir ku ajokarê wesayîta bi koda 75'an qusûrdar e.

HER ÇI QAS DESTÊN XWE RAKIRIN HEWAYÊ JÎ, LÊ WESAYÎTA ZIRXÎ...

Der barê bûyerê de şahid Yilmaz Dag û Levent Çartay îfade dan. Dozger, dest nîşan kir ku îfadeyên şahidan li hev dertên. Di îfadeyên Dag û Çartay de wiha hat gotin: "Roja bûyerê danê êvarî li Kuçeya 26'emîn a Taxa Şehîtlîkê xwepêşandan hatin kirin û wesayîteke zirxî bi lez ket kuçeyê. Li pêş wesayîtê zarokek hebû direviya. Paşê ji wesayîtê bi qasî 4-5 metreyan dûr, zarok sekinî û destên xwe rakirin hewayê. Lê wesayîta zirxî li zarok qelibî û ew xist erdê. Zarok di bin wesayîtê de ma û bi qasî 10-15 metreyan bi erdê ve hat kişandin. Lê wesayît bi heman lezê daket jêra kuçeyê. Paşê wesayîteke zirxî ya din hat."

Di îdianameyê de îfadeya polîsê bi navê R.U. yê der barê wî de biryara neşopandinê hat dayîn, wek îfadeya şahid cih girt. Polîsê bi navê R.U. derpêş kir ku, ew roja bûyerê di wesayîta bi koda 45'an de bûye û ragihand ku, di dema bûyerê de dema ew di kuçeya 26'emîn de derbas dibûn wî Oner bi awayekî dirêjkirî li erdê dîtiye. R.U., diyar kir ku wî Onerê birîndar xistiye wesayîtê û ji bo tespîta nasnameyê ew biriye Navenda Polîsan a Şehîtlikê û got, paşê wan bi ambulansê Oner biriye nexweşxaneyê.

POLÎSÊ KU RONIYA WESAYÎTÊ JI BÎR KIR, ÎDIA KIR KU KUÇE TARÎ BÛYE

Polîsê bi navê S.K. yê Oner eciqand û kuşt, derpêş kir ku ew bi awayekî hêdî di kuçeya paş re bi ser çalakgeran de çûye. Bersûc S.K., îdia kir ku ji be rmolotofên çalakgeran agir bi wesayîtê ketiye û dema wî manewra kiriye û vegeriyaye serê kuçeyê, Onerê ku birîndar bûbû rabûye ser piya. S.K., parast ku ji ber duxana çalakiyê kuçe tarî bûye û got, ji bo li kesî neleqibe wî bi baldariyî wesayît ajotiye. S.K., derpêş kir ku ew li Şahin Oner neqelibiye û der barê mirina wî de tu qusûra wî tune ye û tawanbarî qebûl nekirin.

DOZGER LI GEL RAPORAN JÎ...

Dozger di îdianameyê de parast ku, 25-30 kesên ku rê li trafîkê girtine, bi molotof, fîşekên hewayî, bombeyên destan û keviran êrîşî polîsan û wesayîtên wan kirine. Dozger, derpêş kir ku dema ew hemû agahiyan û belgeyan dinirxînin, di dema mudaxileyê de ajokarê wesayîta Shortlandê baş û bi awayekî haydar tevnegeriyaye, bi awayekî qusûrdar li Oner qelibiye û bûye sedma mirine wî.

HEKE CEZA LÊ BÊ BIRÎN JÎ DÊ NEKEVE GIRTÎGEHÊ

Bi KHK'ya Jimare 671'ê kesên ku sûcên qusûrdar bikin dê bi şertê venêrîna edlî serbest bên berdan. Ji ber ku der barê S.K. de bi tawanbariya "qûsûrdariya bûye sedema mirinê" doz hatiye vekirin, heke ceza lê bê birîn jî dê nekeve girtîgehê.

‘DIVÊ DOZ NE 'QUSÛRDARIYÊ' BI SÛCÊ KUŞTINA BI QESDÎ BÊ VEKIRIN'

Endamê Komîsyona Huqûqê ya Şaxa ÎHD'a Amedê û parêzerê malbata Oner Abdullah Zeytun, îdianame niraxnd û dest nîşan kir ku, îdianame di encama lêpirsîneke kêm de hatiye amadekirin. Zeytun, dest nîşan kir ku dema delîl û îfadeyên di dosyeya lêpirsînê de tên nirxandin diyar dibe ku, polîs bi awayekî "qesdî" li hemberî Oner tevgeriyane. Zeytun, anî ziman ku divê lêpirsîn tenê bi polîsê ku wesayît li Oner qelibandiye neyê sînorkirin, divê polîsên ku ji dêvla Oner bibin nexweşxaneyê wî birine navenda polîsan jî bê vekirin û bên cezakirin. Zeytun wiha axivî: "Divê ev polîs di çarçoveya sûcê 'kuştina bi qesdî' bên cezakirin."