DERSIM - Bavê Murat Gun ê li Çemê Çetê yê Dersimê jiyana xwe ji dest da, Kemal Gun ji bo cenazeyê kurê xwe wergire dest bi greva birçîbûnê kiribû. Gun ê 45 roj in di grevê de ye wiha got: "Heke bibe sedema jiyana min jî ez ê greva birçîbûnê bidomînim."
Di 7'ê Mijdara 2016'an de, Çemê Çetê yê di navbera navenda Dersimê û navçeya Xozatê de ye hatibû bombebarankirin û di vê bombebaranê de 11 DHK-C'yî jiyana xwe ji dest dabûn. Ji vana hîn jî 10 cenaze teslîmî malbatan nehatine kirin. Ji 11 DHK-C'yiyên ku di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan yek jê Murat Gun e. Bavê Gun, Kemal Gun ji bo cenazeyê kurê xwe wergire ev 45 roj e di greva birçîbûnê de ye. Greva birçîbûnê li Qada Seyid Rizayê didome û her wiha gelek kes jî piştevaniya grevê dikin.
‘JI 7 PERÇE HESTIYAN DNA'YA 5 MIROVAN'
Ji parêzerên Buroya Huqûqê ya Gel Ayşegul Çagatay a ku ev hefteyeke li cem Kemal Gun e, anî ziman ku der barê bombebarana 7'ê Mijdara 2016'an de agahiyan nadin mirovan. Çagatay wiha got: "Wê demê 7 cenaze birin Tiba Edlî ya Meletiyê. Lê ji ber di rewşeke wisa de bûn ku yek ji wan jî nedihat nasîn. Lebatên mirovan, perçeyên mirovan, 7 perçe hatin. Ji van 7 perçeyan 5 testên DNA'yê yên cuda derketine. Bi temamî şewitandine, perçe kirine û ji xwe kes wan nas nake."
Çagatay, diyar kir ku bêyî agahî bidin kesekî/ê demildest cenazeyê 5 kesan li goristana bêkesan defin dikin û got, piştî nameya ji gerîllayên ku di heman hêwirgehê de bûne Leyla Aticiyê, bavê Gun û hin malbat ji bo teşhîsê serî li Saziyên Tiba Edlî dane.
Çagatay, diyar kir ku piştî Gun dest bi grevê kiriye bi 2 rojan daxwaza wan a keşfê hatiye qebûlkirin. Çagatay, anî ziman ku hêwirgeh ji aliyê parêzer û malbatan ve hatiye raçavkirin û got, di keşfê de hestî hatine dîtin û ji vana yê herî mezin 10 santîm bûye. Çagatay, da zanîn ku dozger ji wan re gotiye hejmara hestiyên hatine dîtin 165 e û ji Saziya Edlî re hatine şandin. Çagatay wiha axivî: "Ihtimaleke mezin em ê ji vir tu encamê wernegirin. Perçe hemû şewitîne, bûne komir û karbonîze bûne. Em wisa difikirin ku dê ji Saziya Edlî encamek dernekeve."
ÇEKEKE ÇAWA HAT BIKARANÎN?
Çagatay, diyar kir ku ji van perçeyên ku di meha Sibatê de hatin wergirtin wan tu encam wernegirtiye û got, wê di 27'ê Adarê de têkildarî vê rewşê daxwaznameyek daye. Çagatay wiha domand: "Hesinên çekên li wir jî heliyane, deforme bûne. Yanî tiştekî çawa hat bikaranîn. Me der barê vê de daxwazanemeyk da." Çagatay, anî ziman ku wan doza keşfeke "Çekeke çaw ahtaiye bikaranîn?, Bandora wê çî ye?" kiriye.
Çagatay, diyar kir ku ji 5 cenazeyên ku roja bombebaran birine yek jê aîdî Bunyamin Kiliç bûye û got, malbatan nimûneyên DNA'yê daye, lê ji ber li hev derneketine hîn jî 4 cenaze li goristana bêkesan e. Çagatay wiha axivî: "Ne cenazeyekî yekpare ye. Perçeyê ku wek cenazeyê Bunyamin Kiliç anîn jî, mirov fêm dike ku serê mirovekî ye. Tenê guh û hin aliyê porên wî saxlem mabûn. Hêla din bi temamî şewitî bû û hatibû eciqandin. Tenê ji guhan tê famkirin ku ev aîdî mirovan e. Perçeyê herî mezin evqasî ye. Yanî çekeke ewqasî bi bandor hatiye bikaranîn. Teqez neyteke wan a ku bi saxî zevt bikin tune bûye. Mebest bi temamî ji tunekirin e."
Çagatay wiha got: “Heta em cenazeyên muwekîlên xwe wergirin em ê tim daxwaza pêvajoya huqûqî bikin. Serlêdanên me didomin. Ji bilî vê, heta em perçeyên hestiyan wergirin em ê li vir bin."
‘HEKE BIBE SEDEMA JIYANA MIN JÎ EZ Ê LI BER XWE BIDIM'
Bavê Murat Gun, Kemal Gun ê ku 45 roj in di greva birçîbûnê de ye jî anî ziman ku, heta ew encamekê bi dest nexin e û perçeyên cenazeyan wernegirin ew ê çalakiya xwe bidomîne. Gun bang li rayedaran kir û wiha got: "Mafê gorê yê cenazeyê min jî heye. Heke bizanibin dê bibe sedema jiyana min jî, ez ê bidomînim. Dixwazim qebristaneke zarokê min hebe."
Gund, da zanîn ku li gor Qanûna Qebehetan ji ber wî cihê cemaweriyê dagir kiriye rojê 227 lîre cezayê pereyî lê tê birîn û got, her çi qas ew dizanin ew li vir e jî, ceza dişînin mala wî ya li Erzinganê û bi vê re dixwazin mirovên wir bikişkişînin.
Gund, diyar kir ku wan li dijî vî cezayê pereyî daxwazane nivîsandine û wiha got. "Hem cenazeyên me hem zarokên me qetil dikin û bi ser de jî em ê ceza bidin. Beriya her tiştî mafê me yê ku em daxwaza zarokên xwe bikin heye û em ê jî li dijî van dozan serlêdanê bikin. Em ê doza tezmînatê bikin. Çimkî, zarokên me qetil kirin. Hem zarkên me qetil dikin, hem cenazeyê me. Perçe perçe dikin, paşê jî dişewitînin û bi ser de ji me re rewa dibînin."