Li Dîlokê 'hêzeke di ser qanûnan de' bîlboardan nade HDP'ê


DÎLOK
- Firmaya Stroer li gel ku bi fermana YSK’yê mafê HDP’ê yê girtina bilboardan heye jî bilboardan nade HDP’ê. HDP dixwaze dozê veke, lê ji bo doz were vekirin jî daxuyaniya nivîskî ya Stroer pêwîst e. Stroer jî li HDP’ê venagere. Tenê bersiva “Hêzek di ser YSK’yê de nahêle em bilboardan bidin we” dide rayedarên HDP’ê.

Firmaya Stroer a bilbord û megalightên reklaman li gel ku bi kurayê ji HDP’ê re bilbord derketin û HDP pere jî ji bo bilbordan amede kir, lê li Dîlokê bilbord nedan HDP’ê. Ji bo propogandaya referandumê her endamên partiyan ên lijneya hilbijartinê ji bo tahsiskirina cih bi awayekî wekhev pişk hat avêtin. Ji HDP’ê re jî 20 cih derketin. Li gor zagona YSK’ê jî bi awayekî zagonî divê firmaya taybet Storer bilbordan bide her partiyan, ji bo vê jî bi awayekî fermî talîmatek ji fîrmayê re diçe. Di 2’yê Nîsanê de HDP’ê ji bo bilbordan serlêdana Stroer kir û Stroer serlêdan pejirand. Piştî 4 roja Stroer bê sedem got “Em bilbordan nadin HDP’ê.” Dema ku HDP’ê sedem pirsî Storer tenê bersiva “me fêm bikin” dan rayedarên HDP’ê.

Piştî vê derhuqûqiyê HDP’ê biryar da ku dozê veke, lê li gor zagonan ji bo HDP’ê dozê li Storer veke yan divê daxuyaniyek bi nivîskî bidin HDP’ê yan jî divê HDP pere razîne hesabê wan. Ji ber ku Stroer li HDP’ê nazîvire û hesabê xwe nade, HDP nikare mafê xwe yê zagonî bi kar bîne. Heta niha jî Stroer tu daxuyanî nedaye HDP’ê.

LI DÎLOKÊ JI SEDÎ 80'YÊ BÎLBOARDAN ÊN AK PARTIYÊ NE

Li Dîlokê ji sedî 80'yê bîlboardan ji aliyê AK Partiyê ve hatine girtin û ji bo her bîlboardê heftê 500 TL tê dayîn. AK Partiyê nêzî 400 bilbord girtine. Li Dîlokê ev 3 hefte ne ku AK Partî bilbordan bi kar tîne. Tevî pereyê megalîghan jî hat zanîn ku AK Partî nêzî 600 milyar TL daye.

‘EM Ê DOZÊ VEKIN’

Endamê Lijneya Hilbijartinê yê HDP’a Dîlokê Hurşît Besle diyar kir ku, rêveberên firmayê ji wan re gotine “hêzek heye nahêle em bilbordan bidin we” û wiha got: “Me jî ji wan re got ‘ma hûn YSK’yê nas nakin?’ Wan jî ji me re got, ‘em nas dikin lê hêzek di ser zagonan re heye ku nahêle em bilbordan bidin we’. Heke qanûn mabe, em ê dozê vekin.”