MÊRDÎN – Li gundê Marinê yê Nîsêbînê, restorasyona Keşîşxaneya Mor Augin a suryaniyan a ku di 2011'an de hatibû destpêkirin nîvco ma.
Li gundê Marinê yê Nisêbîna Mêrdînê restorasyona Keşîşxaneya Mor Augin a suryaniyan a ku 6 sal berê hatibû destpêkirin temam nebû. Keşîşxaneya ku ji bo Suryaniyan gelekî girîng e û ji aliyê rahibê bi navê Mor Augin hat avakirin yekem car di 1271’an de hat restorekirin. Keşîşxaneya ku li pêşberî Deşta Mezopotamyayê hatiye avakirin bi kevir, qumbet û diwêrên xwe balê dikişîne. Demeke dûr û dirêj ji bo ayînan girtî ma û ji ber ku li quntara çiya ye qadeke wê yê mezin di bin axê de winda bûye. Li ser diwêrên keşîşxaneyê hîn jî nivîsên suryanîkî hene û tê gotin ku di nav xwe de 4 dêr û bi hezaran gor dihewîne. Restorasyona keşîşxaneym di sala 2011’an de hatibû destpêkirin, lê bêyî bê temamkirin nîvco ma.
‘ME XWEST RESTORE BIKIN, LÊ DESTÛR NAYÊ DAYÎN’
Rahib Yuyakim Unfal der barê rewşa keşîşxaneyê ya niha de axivî û diyar kir ku, hîn jî gelek cihên keşîşxaneyê di bin axê de ne. Unfal da zanîn ku, destpêkê rayedarên herêmê ji bo hemû restorasyonê destûr dane, lê belê piştî demekê ji bo kêmasî hemû bên temamkirin destrûr nedane. Unfal anî ziman ku, divê dîwarên keşîşxaneyê bên restorekirin û wiha axivî: “Em dixwazin gelek tiştan bikin. Li jora keşîşxaneyê Mala Ezîzan heye û li derdora wê hin jî dêr hene. Divê ev jî bên restorekirin. Ji bo kesên dixwazin îbadetê bikin, ji bo wesayîtên wan parkek divê. Lavabo kêm in. Me xwest hemûyan çêkin, lê destûr nayê dayîn.”
‘HEMÛ BAWERMEND ALÎKARIYA ME DIKIN'
Unfal bi lêv kir ku, wan di şertên zehmet de hinekî restore kiriye û wiha berdewam kir: “Em bi xwe keviran dibin û tînin. Hin kesên gundên derdorê alîkariya me dikin. Bêyî cudaparêziya ziman, ol û nîjadê alîkariyê dikin. Ev keşîşxane jî ji bo hemû kesan e. Ev 6 sal in ji gundên derdorê 25 mal her tim tên û ayînên xwe dikin.”
‘DEFÎNEGER JI BO ZÊRAN GORÊN EZÎZAN VEKIRINE'
Unfal ragihand ku nivîsên 800 sal berê li ser diwarên keşîşxaneyê hene û ev agahî parve kirin: “Hin kesên li zêran digerin gorên ezîz û rahiban vekirine. Di nav goran de gora Mor Augin jî heye.”