'Îktidar ji bo azadiya mirovan nirxekî nafirîne li dibistanan jiyan tê tengkirin'

ENQERE- Prof. Dr. Nejla Kurul a polîtîkayên perwerdehiyê yên 15 salan a îktidara AKP'ê nirxand diyar kir ku îktidar di warê azadiya mirovan de nirxekî nafirîne, berovajî vê li dibistanan jiyan bêhtir tên tengkirin.

Hindekar Prof. Dr. Nejla Kurul a ji peywira xwe ya li Fakulteya Zanistên Perwerdehiyê ya Zanîngeha Enqereyê bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) a ku di 7'ê sibatê de hat weşandin hate îxrackirin polîtîkayên perwerdehiyê ya AKP'ê yên 15 salan nirxand. Kurul piştî ku hate îxrackirin di serî de Akademiya Kolanê li gelek projeyên civakî de cih digire.

'ARIZÎKIRIN EVQAS BI DETAY NEBÛBÛ'

* Em dixwazin ewil hûn pêvajoya ku bû bingeha perwerdehiyê ya 15 salan a îktîdara AKP'ê, AKP li ser kîjan bingehê di warê perwerdehiyê de bi cih kir?

AKP ev demeke ku ango bi pêvajoya darbeya 12'ê Îlonê ve û piştî vê jî bi derbasbûna dema kurewî serdema ku Neo-Lîberalîzm herî zêde hatiye ziravkirin derdikeve pêşberî me. Ev aliyê aboriyê ye. Di dawî têkoşînên civakî de di dema dewleta civakî de polîtîkayên cuda hebûn. Perwerdehî jî di nava malên kolektîf de dihat hesibandin û îstihdamkirina mamosteyan wekî tiştekî qanûna bingehînî, şibandina dibistanan li hev, sektora arîzî zêde nedikarî mudaxale bike, hin tiştên bi vî rengî hebûn lê arîzîkirin di tu demê de evqas anqo piştî pêvajoya 80'an bi detay nebû.

Ev bingeha hilberînê ava dike. Bêguman ev gotinek e û qada dewletê jî diyar dike. Mînak li hemberî arîzîkirinê teşeya nû ya ku dewlet digire, piştre di warê perwerdehî, tenduristî yên ku wekî malên kolektîf tên dîtin her tim bi pratîka arîzîkirinê ve rû bi rû dimîne. Ev tê wateya ku ev qad dibin parçeyekî qada hilberînê. Ango wekî jinûve terîfkirina perwerdehiyê û tenduristiyê hatiye avakirin. Ev têkîldarî aliyê aboriyê ye.


* Di îstihdamkirina nerm de perwerdekar di posîzyoneke çawa de ye?

Di merhaleya dewleta civakî de terzê hilberîna nerm na, terzê hilberîna hişt hebû. Hûn bi rehekî hem dikarin bigirin kar hem jî nikaribûn derxînin û karê ku bi dîrokekî hatiye diyarkirin wê bi wan dida kirin. îstihdama nerm her çû kete nava jiyana perwerdehiyê. Îstihdamkirina bê misoger a mamosteyan, mamostetiya li gorî dersan pere girtin parçeyekî girîng a jiyana me ye. Bi vî rengî hûn dikarin di butçeyê de bi awayeke cidî tesarufê bikin, li şûna mamosteyên bi kadro dema ku mamosteyên bê misogerî digirin wisa dibe.

* Em dikarin bibêjin sermayeyê mîsyonek daye AKP'ê?

Dema ku AKP hat kirasê xwe yê "nêrîna neteweyî" derxist û kirasê kurewî li xwe kir. Wê demê me wateya wan tiştan qasî îro hîs nekiribû lê me wekî parçeyekî kurewîbûnê ev yek xwend. Lê em niha dinêrin ku tifaqa bi Cemaeta Gulen ve ji xeta nêrîna neteweyî derketin û bûna parçeyekî sermayeya kurewî ji xwe re cih girtiye. Wekî parçeyekî Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) Tirkiyeyê li wir wekî welatekî model hem laîqbûn hem jî ol gihandiye hev û hem jî bûye welatekî ku pêdiviyên kapîtalîzmê bi cih tîne hatibû pênasekirin.

ŞERTÊN 12'Ê ÎLONÊ HEMÛ: AKP

* AKP a ku ya din a komarê çawa bû ku di nava civaka Tirkiyeyê de hate qebûlkirin?

Piştî darbeya 12'ê Îlonê dersên ol mecbûrîkirin, ol wekî saziyeke mezin a civakî derxistina pêşberî çepgiran, di qada perwerdehiyê de hêdî hêdî zêdekirina hejmara Îmam Xetîban, zêdekirina hejmara dersên olî, ev hemû bandor li ser pêvajoya piştî 12'ê Îlonê kir. AKP di vî Pêvajoyê de xurt bû û derket. Ji ber vê yekê jî dema ku AKP hat di nava nasnameya xwe ya muhafazakar, demokrat de misilmanên ku xwe demeke wekî yê din ên komarê pênase kirin ji bo wan jî jiyaneke nû vekir, misilman jî di nav de kurd û nasnameyên cuda jî hene re qada vekir. Di vî zemîna tifaqan de her çu dengê xwe zêde kir. Lê yên ku piranî cihanê ji çep de dixwînin tam bawer nekirin, bi samîmîbûna wî bawer nekirin, her wiha derket holê ku ew mafdar bûne.

AKP'Ê MASE XIRA KIR...

* AKP di warê azadiyan de bi ser neket...

Lê tiştên ku tevli jiyanê bûn çêbû. Me misilman zêde nedizanî, pratîka wan ê jiyanê. Ev hatin dîtin ev baş bû lê girêdayî vê dikarim bibêjin ku meyka ku pirsgirêka kurd her tim wekî pirsgirêka terorê girt dest hebû. Demek be jî di xala "ev pirsgirêkeke civakî ye, em dikarin çawa çareser bikin" hin gav hatin avêtin, zêde samîmî nebe jî bi xirakirina maseyê ve em dikarin vî bibêjin.

'SENTEZA TIRK-ÎSLAM BÛ SENTEZA ÎSLAM-TIRK'

* Yek ji mijara ku zêde tê nîqaşkirin jî darbeya ku AKP'ê li sîstema perwerdehiyê xist e. Di sîstema perwerdehiyê de gunehên AKP'ê çi ne?

Di qada perwerdehiyê de jî bandorênv î çêbûn. Pratîkên arîzîkirinê zêde bû.dersxane bûn parçeyekî girîng a jiyana me. Hejmara wan zêdetir bû. Dibistanên Gulen, dersxane, zanîngehên taybet, li her bajarê hem zazîngehên dewletê hem jî zanîngehên taybet vekirin bû parçeyekî vê. Beriya wî pêkanîna polîtîkayên Neo-Lîberal bûn di qada perwerdehiyê de. Piştre pêvajoya 4+4+4 dest pê kir û bi vê yekê re jî perwerdehî bêhtir bû rengekî olî, mamostenên Çanda Ol û Exlaqê bêhtir di rêveberiyên dibistanan de cih girtin, rêveberiyên dibistanan bênavber rêzikname guuherandin ev bû sedema kadrobûnê. Bêguman bi vî yekê re refleksên neteweperest jî bi refleksên îslamî vê hatin mezinkirin. Senteza Tirk-ÎSslam, veguherî senteza Îslam-Tirk.

'PATRÎARKAYÊ XWE DI BINGEHEKÎ PAŞVERÛ DE PARAST'

* Hefteyên berê di dersa Akademiya Kolanê de we qala mijara "baviksalarî kirina perwerdehiyê" kiribû ev çi ye?

Dema AKP'ê di sîstema perwerdehiyê de asta sêyemîn jî baviksalarîkirin e. Zarokên keç li dibistanan xwe nikarin di zemînekî berfireh de nîşan bidin, exlaqa olî li dibistanan belavkirin berê jî hebû lê şelokirina temenê 18 bi taybetî li berj iyanan zarokên keç astengiyek e. Bi girêdayî vê li dibistanan tehayula mirov ji civakê qutkiriye û li hundirê saziyên perwerdehiyê feraseta ku "çawa dixwazî civakê wisa bieciqîne, teşeya ku dixwazî bide,j i bo rantê her tişt dikare bê kirin" derket holê.

* Em dikarin bibêjin ku van polîtîkayan azadbûna mirov na koletî zêdetir?

Dema ku em li van polîtîkayan dinêrin pirsa "ji bo azadbûna mijana çi kirin" bersivên biçûk dibîne. Hewldanên azadkirinê wekî amûr û di asta duyemîn de man. Tiştên ku tim ji bo afirandina hin tiştan hatiye bikaranîn. Li dibistanan jiyan hatine tengkirin, perwerdehî pir fermî bûye. Em dibêjin perwerdehiya cemaweriyê yan jî perwerdehiya civakî, çima? Ger li ciheke civak hebe ew civak bi tecrubeyên xwe ve tên cem hev û civakîbûna wan derdikeve holê. Lê perwerdehiyeke bi vî rengî tuneye. Dema ku pirsa perwerdehiya fermî çi ye bê kirin ji jor ve îktîdar li gorî daxwaza xwe anverokê diyar dike ûbi vî rengê bêhtir sîstema perwerdehiyê ya ji renfên qehwe, reş û boz derket holê. Lê îktidarê ev yek rexne dikir. Çi digot? Dgotin em ê li dijî feraseta yek tîp a dibistanê piraniyê bînin. Lê niha tişta ku derket holê piranî nîne, berovajî vê feraseta yek tîp e.


* Li Tirkiyeyê gel hene û daxwaza wan a perwerdehiya bi zimanê dayikê heye. Hûn dikarin têkîldarî vê yekê çi bibêjin?

Di mijara perwerdehiyê de, di dema komarê de me nîvco dest pê kir. AKP'ê gote dê bi vî re bimeşe. Di bin navê devokên herêmî zimanek danî lê ne mamoste gihand ne jî pêşniyarên dibistanan û pirtûkên dersan li gorî vê amade kir ne jî li zanîngehan beşên mamosteyên ku van zimanan fêm bikin vekir. Ji ber vê yekê jî gavekî samîmî nebû. Di destê me de zêde dane jî tuneye. Dersên devokên herêmî çand xwendekar girtin_ Çend mamoste hatin îstihdamkirin? Di destên me de ji bo vê dane tuneye. Lê ev girîng e; Tirkiyeyê bi temamî wekî betonê dîtin heye. Nêrînekî wisa heye lê dem bi dem me civakîbûn bi têkoşîna civakî ve pêk anîbû, mînak salên 60'an kêm be jî demên azadbûnê bûn, salên 70'an dîza dema têkoşîna çîna karkeran pêş ketibû. Zirara herî mezin a darbeya 80'î ew bû ku ev beşên civakî bi rastî hatin çewisandin lê kurdan di vî pêvajoyê de hebûna xwe berdewam kirin. Têkoşîna xwe domandin. Lê Tirkiyeyê xwe ji dorpêça şîdetê rizgar nekir.

'TIRKIYE DÊ MECBUR BINÎNE KU PIRSGIRÊKA ZIMANÊ DAYIKÊ ÇARESER BIKE'

* Li vir wekî pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd gelo dekive dewreyê? Em qala zimanekî ku li dibistanan nîne dikin?

Pirsgirêka kurd nebû parçeyekî siyasetê. Lê wekî Arendt dibêje "ger ku em neaxivin em ê serî li şîdetê bidin", derfetên axaftinê nema, heta AKP ev nekir mijara Meclîsê jî. Bi taybetî nekir lê mijara ku divê li Meclîsê bihata axaftin bû. Her partiyên siyasî di mijara pirsgirêka kurd de helwestekî ku divê bêhtir heqûqet fêm bikira divê Nîşan bida. Lê îro çiqas di nava konsepta ewlehiyê de bibêjin "terorê biqedinîn" jî tişta ku em dibêjin zimanê dayikê, her zarok pêdivî bi tiştekî nebîne hîn dibe. Yek ji hînbûnên me yên baş ev e. Em qet pêdivî bi mamosteyan nabînin, heta di sîsetma perwerdehiyê de zimaneke baş bê bikaranîn zarok pêş dikevin. Mînak li malê karkerên Somayê derfetê nabîne bi zarokên xwe re sohbet bike, dibistan dema ku mirov di çarçoveya zimanê dayikê de binêre piranî baş parwerde nadin lê kurdên ku dixwazin ziman û çanda xwe bidin jiyankirin dê dev ji vê yekê bernede. Ji ber vê yekê jî ev mijar dê her tim hebe. Tirkiye dê mecbûr bimîne ku pirsgirêka zimanê dayikê çareser bike. Divê bi axaftinê riyên çareseriyê bibînin. Ji ber vê yekê jî em nikarin qala Tirkiyeya ji betonê bikin. piranî heye. cudatî heye, çandên cuda hene.

* Her dawî dixwazin bipirsin ku ger ku di referandumê de "Erê" derkeve çi li benda sîstema perwerdehiyê ye?

Em îro civaka ku yên dibêjin "Na" reng didin bidînin. Em bibêjin ger ku "Erê" derket me her tişt dê biqede? Tu tişt naqedet Tenê dê hinekî karê me zehmetir be. Bêbawerî dê bi awayeke otomatîk bê rojeva me, mînak bêewlehî xebata, kedkarên cemaweriyê dê hemû bêmisoger bibin. Ev dê bibe rewşa bêdengiyê an jî bi temamî bibe rewşa axaftinê. Niha ma em wekî OHAL heye dijîn. Na. Em mirovên muxalîf in em niha çawa dixwazin wisa dijîn. Ji ber ku xwezaya me vegotin, axaftin û xwe afirandinê Pêwîst dike. Îktidarekî tam tuneye. Îktidar tu caran nikare bedena me desteser bike. Pêkûtiyan bike jî dê dîsa jî azadî derkeve.

Selamî Aslan- dîhaber