AMED - Navenda Giştî ya DBP'ê têkîldarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ku kete roja 54'emîn bang li rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan kir û xwest hemû kes hê encamên neyînî derneketine holê çalakiyên herî xurt ên demokratîk pêk bînin.
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) têkîldarî grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên bi daxwaza "rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, rakirina dorpêça li ser gundan û bi dawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan" hatiye destpêkirin û 54 roj in berdewam dike banga çalakiya lezgîn kir.
Daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Giştî ya DBP'ê ve hate weşandin de wiha hat gotin: "Wekû ku tê zanîn hikûmeta AKP'ê nêzî 2 sal in bi polîtîkayên şer ên dimeşîne ve wekî ku teslîmbûnê li ser civakê fers dike. Di bin navê tedbîrên ewlehîkar de pêkanînên ku tê xwestin bimeşînin ve derûdorên ku li dijî rêveberiya wan muxalîf in bi pêkûtî û çewisandinê hewl tê dayîn ku bêbandor bên kirin.
Bi taybetî jî piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê tevahiya welat bi leşker, polîs û tîmên taybet ve hate dorpêçikirin û veguherandin girtîgehek vekirî û bi vî rengî bi mudaxalekirina qadên jiyanê yên civakê ve bêîradekirin tê ferzkirin.
Şertên girtîgehan piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê bêhtir hatin girankirin û li ser girtiyan pêkûtî, îşkence û muameleya xirab tê meşandin, bi şikandina rûmeta mirovahiyê ve bi hezaran kes bi binpêkirinan ve rû bi rû tên hiştin.
Li dijî polîtîkayên rûmet şikandin û teslîmbûnê ya ku AKP li hundir û derve li ser civakê ferz dike nêzî 2 meh in li girtîgehan girtiyên kurd û dostên wan li hemberî vê tekane çeka xwe bedena xwe birçî dihêle û şerekî mezin a îradeyê dide.
Girtiyên kurd ên hatine dîlgirtin 54 roj in di serî de ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, bi dawîkirina pêkanînê rûmetşikandinê yên li girtîgehan greva birçîbûnê berdewam dikin. Her roj bi dehan girtî piştgiriyê didin û grevên birçîbûnê mezintir dikin. Girtiyên li Şakranê ku ewil dest bi grevê kirine hatine aste xetereya jiyanê. Ji niha ve jiyana gelek girtiyan di bin xetereyê de ye.
Ger ku xewdîlêderketina çalakiya li girtîgehan hebe û li dijî van polîtîkayên qirêj ên AKP'ê berxwedaneke xurt neyê nîşandan encamên ku em qet naxwazin dibe ku derkeve holê.
Rêxistinên me yên bajar û navçeyan bêyî ku dem derbas bikin, bêyî ku di berxwedana grevên birçîbûnê de encamên nebaş derekvin holê divê çalakiyên demokratîk ên bi bandor paln bikin û pêk bînin. Çalakî divê heta ku daxwazên hevalên girtî bi cih bê û çalakî bi dawî bibe divê bê berdewamkirin."