AMED/WAN - Li Wan û Amedê di serdegirtina malan de 10 kes hatin binçavkirin.
Li taxa Sixkê ya Rêya Armûşê ya Wanê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de bira Samet Şahin û xwişk Cahide Şahin hatin binçavkirin. Hat zanîn ku dibe hêjmara kesên hatine binçavkirin zêde bin.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Artemêtan.
LI PASÛRÊ 8 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Pasûrê ya Amedê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û 8 kes binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Pasûrê. Hat zanîn ku 8 kes bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin wiha ne: Hevserokên DBP'ê yên Pasûrê Berna Çelik û Murat Yaman, Keyayê taxê Îhsan Çabuk û welatiyên bi navê Firat Ozgen, Asım Ozgen, Erhan Adıguzel, Sadik Altun û Muhlis Altun.