NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta Teşkîlata Hevkariyî û Ewlehiya Ewropayê (AGİT), der barê xebatên referandumê yên "Erê" û "Na" de rapor amade kir. Heyeta AGÎT'ê di raporê de diyar kir ku hemû derfetên dewletê ji bo "Erê" hatiye seferberkirin û dozger jî alîgirên "Erê" ne. Heyeta AGÎT'ê destnîşan kir eniya "Na" rastî gelek astengiyan tê û Serokomar, Serokwezîr û daraz eniya "Na" wekî "Rêxistina terorê" bi nav dike.
Heyeta Teşkîlata Hevkariyî û Ewlehiya Ewropayê (AGİT), piştî bi rayedarên hikûmetê, wezîr, YSK û saziyên sivîl ên civakî re hevdîtin pêk anî der barê xebatên referandumê yên "Erê" û "Na" de rapor amade kir. Heyeta AGÎT'ê di raporê de diyar kir ku hemû derfetên dewletê ji bo "Erê" hatiye seferberkirin û gelek astengiyên mezin li pêş "Na" hatine avakirin.
Li gorî nûçeya Rojnameya BirGunê piştî heyeta AGÎT'ê bi Wezareta karên derve, rayedarên hikûmetê, YSK, saziyên sivîl û civakî re hevdîtin pêk anî û di navbera rojên 17 Adar û 7'ê Nîsanê de rapor amade kir. Heyeta AGİT têkildarî referandumê diyar kir ku hetaniha xebatkarên Eniya "Na" rastî gelek astengiyên polîs û darazê hatine û xebatên wan li gelek cihan hatiye astengkirin. AGÎT'ê di raporê de wiha got: Eniya "Na" yênkampanyayê dimeşînin rastî astengiya azadiya îfadeyê tên. Wekîlên HDP’ê girtî ne û wekî hev û bi heman şertan dem ji kampanya Na. Di televizyonê de wekî hev wext ji kampanya re nayê qetandin. Ji pêşniyarên guhertinê yên Komisyona Venedîkê bêpar in. YSK'ê destûr neda ku 10 partiyên siyasî beşdarî xebatên referandûmê bibe. Destûr neda 19 partiyên di 1'ê Mijdarê de beşdarî hilbijartinê bû. Serokomar Serokwezir, Serdozgerê Antalya û gelek rayedarên dewletê ji bo kesên dengê "Na" bidin wekî endamê "rêxistina terorê" û hevkarên wê bi nav kir û tawanbar kir.
Gelek xebatên "Na" rastî astengiyên polîsan hatin. Hemû derfetên dewletê pêşkêşî kampanya "Erê" hatin kirin. Çapemenî tê astenkirin. Mafê azadiya ramanê û îfadeyê tê asteng kirin. Rojnameger tên girtin. Gelek saziyên çapemeniyê hatin girtin û rojnameger hatin girtin.
Li gorî zagonan divê çapemenî bê alî tevbigere Lê bi qanûnên KHK'ê yên OHAL'ê YSK’ê erka xwe ya li ser çapemeniya bi alî weşanê dike rakiriye û pêşiya wê berdaye.