KOBANÊ – Çalakiya 60 welatiyên ji pêkhateyên cuda yên Kantona Kobanê ku ji bo piştgiriyê bidin girtiyên li girtîgehên Tirkiyê 54 rojin di greva birçîbûnê dene, di roja duyemîn de dimode.
60 welatiyen ji pêkhatiyên cuda yên Kantona Kobanê, di 8'ê Nîsanê de ji bo piştgiriyê bidin girtiyên siyasî yên li Tirkiye 54 rojin di çalakiya greva birçibûnê dene, dest bi çalakiya grevê kirin. Çalakvanên ku duh dest bi çalakiyê kirin di roja duyemîn de çalakiya piştgiriyê berdewam dikin. Konê çalakgerên greva birçîbûnê, li gundê Şêran hat vedan. Endam û Rêveberên Saziyên Rêveberiya Xweser ên herdu Meclîsên Rêveber û Zagonsaz, Endam û Hevserokên Meclîsa TEV-DEM`ê, Endam û Nûnerên Saziyên Yekîtiya Gelan û Piştgiriyê, her wiha şêniyên gundên Kobanê û nûnerên saziyên bajaroka Sirînê ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkumen ku 38 jinan di nav de cih girtine beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûn.
Li kona gireva biçîbûnê, ala TEV-DEM, Saziya Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, Saziya Yekîtiya Gelan û Piştgiriyê, her wiha pankartên bi nivîsên”Em bi greva birçîbûnê girtiyên HDP`ê di zîndanên Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê silav dikin. Gelê Kurd ji referandûma faşîzma Tirkiyê re dibêje Na. Kobanê berxwedana Îmralî û girtiyên di zîndanê de Tirkiyê silav dike” hatine daliqandin.
Bi dehan şervanên YPJ/YPG`ê serdana konê greva birçîbûnê kirin û piştgiriya xwe ji çalakvanên greva nîşan dan. Bi dehan şêniyên Kobanê ku şêniyên bajaroka Sirînê ji pêkhateya Kurd, Ereb û Turkimen di nav de jî berê xwe dan konê gireva birçîbûnê. Têkildarî mijarê, Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ji bo piştgiriya girtiyên Kurd di zîndanên Tirkiyê de, îro di saetên êvarê dê meşekê bi meşeleyan li dar bixe. Meş dê ji taxa Mektele ya rojhilata bajarê Kobanê ber bi gundê Şêran ku konê greva birçîbûnê lê hatiye vedan, destpê bike.