ÎZMÎR - Çalakiya piştgiriya greva birçîbûnê ya ji bo girtiyên Şakranê ku 54 rojin di greva birçîbûnê dene didome. Çalakiya li Îzmirê îro rêveberên DBP'ê dewir girt. Hevserokê DBP'ê yê Îzmirê Suleyman Gunduz, diyar kir ku daxwaza girtiyan daxwazên wan e û dê heta dawî li daxwazên wan xwedî derkevin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên Girtîgehên Şakranê di roja 54'an de berdewam dike. Girtiyên siyasi bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, zextên li ser girtiyan bi dawî bibe û operasyon û dorpêça li ser gundên herêmê bi dawî bibe û operasyonên siyasî u leşkerî bi dawî bibin, bi biryarin heta daxwazên wan pêk bê çalakiya xwe berdewam bikin. Ji ber ku hêj daxwazên wan pêk nehatine girtî çalakiya xwe di roja 54'an de berdewam dikin. Ji bo piştgiriyê saziyên sivîl, malbat, parazvanên mafên mirovan jî li avahiya DBP'ê ya Amede berdewam dike. Çalakiya piştgiriyê ku li avahiya DBP'ê 3 roj berê hatibû destpêkirin bi komên nû didome. Çalakiya ku 2 rojin xizmên girtiyan dest pê kiribû îro koma duyemîn ku ji endam û rêveberên DBP'ê pêk tê dewir girtin.
Çalakgeran berdilkên li ser “Ji işkenceya li girtîgehan re na" nivîsandiye li xwe kirine. Li ser navê koma nû, Hevserokê DBP'ê yê Îzmirê Suleyman Gunduz, diyar kir ku rewşa girtiyên li zindanan dest bi çalakiyê kiriye rewşa wan krîtîk e û wiha got: "Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Dive hemû kes bibin dengê girtiyan. Malbatan jî axaftin kirin û diyar kirin ku ew dê şopdarên doza zarokên xwe bin û heda dawi li doz û têkoşîna zarokênk xwe xwedî derkevin. Malbatan jî xwest demek berî demekê daxwazên zarokên wan pêk bê.
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmire Ertugrul Kurkçu jî xwest her kes piştgiriyê bidin girtiyan û li daxwazên wan xwedi derkevin. Kurkçu, anî ziman ku zindan eyneya welat e û rewşa zindanan rewşa wan nişan dide.
Kurkçu, da zanin ku wan bi dozgerên girtîgehê re jî hevditin kiriye û daxwazên xwe ji Dozgerê Komarê re ragihandiye. Kurkçu, da zanîn ku wan bi Wezîrê Dadê re jî hevdîtin kiriye û dê bibînin ku ka dê çiqas daxwazên wan pêk bê.
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Muslum Dogan anî ziman ku ev çalakî pir girîng e û xwest ji bo piştgiriyê li her derê dengê xwe bilind bikin.