STENBOL - Di roja 100'emîn a girtîbûna rojnamger Ahmet şik de rojnamegerên li Beyogluyê 100 gav meşiyan dirûşma "Bimire îstibdat bijî azadî" berz kirin. Rojnamger Ertugrul Mavîoglu wiha got: "Ji kevneşopiya Ugur Mumcuyan, Sebahattîn Alîyan, Apê Mûsayan, Metîn Goktepeyan, Hran Dînkan, Yaşar Kemalan 3 meymûn dernakeve."
Di roja 100'emîn girtina rojnamger Ahmet şİk de rojnemger ji bo hempîşeyên xwe yên girtî li Tunela Beyogluyê ya Stenbolê hatin cem hev. Koma ku di nav de parlamenterên HDP'ê Pervîn Buldan, Fîlîz Kerestecîogu, parlamenterên CHP'ê, endamên Yekîkiya ji bo Demokrasiyê jî hebûn dirûşma "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" hate berzkirin.
DI ROJA 100'EMÎN DE 100 GAV
Rojnamegerên ku bi dirûşman 100 gav avêtin piştre li ser nav^ewan rojnameger Ertugrul Mavîoglu axivî û wiha got: "Ji me tê xwestin bibin 3 meymun. Lê bila hemû kes bizanibin ku ji kevneşopiya Ugur Mumcuyan, Sebahattîn Alîyan, Apê Mûsayan, Metîn Goktepeyan, Hran Dînkan, Yaşar Kemalan 3 meymûn dernakeve."
Mavîoglu yê got ku dem derbas dibe, her tişt tê guhertin tekane tişta ku nayê guhertin pêkûtiya li dijî rojnamegeran a li Tirkiyeyê ye, astengkirina azadiyan e wiha berdewam kir: "Mînaka vî ya herî trajîk Ahmet Şik e. Şik di 2011'an de bi qumpasa poyîs, dozger û dadgerên di bin kontrola cemaetê de hate girtin 100 roj in di girtîgehê de ye. Çima? Ji ber ku rojnamger e, ji ber ku bi israr li pey heqîqetê çû, di rojnamgeriyê de israr kir."