NAVENDA NÛÇEYAN- Ji bo referandumê 16'ê Nîsanê hefteyek ma, kampanyaya "Na" bajar bi bajar belav dibe. Ji Kocaeliyê heta Colemêrgê dengê "Na" bênavber didome û peyama ku dê kurd di refandumê de rekorê bişikînin hat dayîn.
STENBOL
HDP'ê li navçeya Bagcilarê ya Stenbolê mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, endama MYK a HDK'ê Sertap Akkaya axivîn. Di axaftinan de bal kişandin li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan banga piştevaniyê hate kirin. Her wiha ji gel hat xwestin ku di referandumê de dengê Na bidin.
Parlamenterê HDP'ê Nadîr Yildirim jî diyar kir ku yên ku dixwazin gel serî bitewîne dê her tim têk biçin. Yildirim bal kişand li ser referanduma 16'ê Nîsanê û wiha got: "Di vî qanûna bingehîn de azadiya gelan tuneye. Azadiya Kurdistanê tuneye. Demokrasî, azadî, wekhevî tuneye ji ber vê yekê em ê bibêjin Na."
Yildirim sedemên ku di referandumê de çima bibêjin "Na" vegot û wiha axivî: Kurd dê di referandumê de rekorê bişikînin. Dê tola Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Geverê hildin. Dê tola Kobanê hildin. Ji bo vê em ê di 16'ê Nîsanê de bi ruhê Newrozê biçin ser sandoqan. Daxwazên xwe di sandoqan de nîşan bidin." Yildirim got ku qanûna bingehîn a ku tê xwestin bê guhertin li ser tifaqa dijminatiya kurdan tê kirin, beriya hemû kesan berpirsyarî ya kurdan e, ew ê heta ku azadî, demokrasî, wekhevî bi ser keve têkoşîna xwe bidomînin.
Yildirim bal kişand li ser pêkûtî, girtin û astengiyên li hemberî HDP'ê û wiha got: "Evqas girtin, qatlîam, êrîş em dizanin ku ji bo bawariya me yaserkeftinê bişikînin e. Em ê biryarbûna xwe xurt bikin û têkoşîna xwe mezintir bikin. HDP rûyê ronî ya vî welatî ye. Lê bi salan em sûcdar kirin. Îro hê guhertina qanûna bingehîn çênebûye civak bûye hatiye parçekirin. Li dijî parçekirina vî welatê em ê bibêjin Na. Em ê li dijî cudakariya wan bibêjin Na. Em ê ji terorîzma ku li ser me ferz dikin re bibêjin Na. Heta ku daxwazên gelan ên ji bo demokrasî, azadî, aştiyê bi cih bê û qanûnekî bingehîn a bi vî rengî neyê çêkirin dê pirsgirêkên welat çareser nebin. Berovejî dê girantir bike."
Piştî axaftina Yildirim ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÎZMÎR
HDP'ê di çarçoveya xebatên referandumê de li navçeya Torbaliyê ya Îzmîrê civîna gel li dar xist. Di civîna ku li Salona Dawetê ya SUltanê hat lidarxistin de pankartên ji bo grevên birçîbûnê hatin daliqandin. Dîsa li salonê wêneyê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ên ku girtîne hatin daliqandin.
Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Gulay Bîlîcî axivî û got ku ew ê ji îktidara AKP'ê ya 15 salan re bibêjin "Na".
'DIVÊ EM BI DIL Û CAN BIXEBITIN'
Parmaneterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan jî got ku di vî pakatê de ji bo kurd, elewî û gelên din re cih tuneye û wiha a axivî: "Serokomarek rayeyekî çiqas dixwaze? Jixwe tu be OHAL'ê re hemû raye di destê xwe de kom kir ev jî têrê nake çima ji ber ku sûcên ku dikin ji bo neyê darizandin dixwazin vî bi guhertina qanûna bingehîn ve derbas bikin."
Dogan diyar kir ku dema ku di 16'ê Nîsanê de "Erê derkeve dê welat di nava tarîtiyê de bimîne û wiha axivî: "Ev rejîma pêkûtî û qatlîamê ye. Tİşte ku em bikin di 6 rojên dawî de bi dil û can xebat û di sandoqan de Na derxistin e."
COLEMÊRG
Li navçeya Gevera Colemêrgê xebatên referandûmê bi coşek mezin didome. Xebatên referandûma ku rêxistinên HDP û DBP'iyan li gundan didome ji aliyê gundiyan bi coşek mezin hat pêşvazkirin. Heyeta ku pêşî li gundên Page, Kapûrt, Pîzala, Zîzan, Çavdîvar, Mûşan, Kerban Elver, Yekmal, Memkava û Nebar bi gundiyan hatin cem hev li vir derbarê hincetên "Na" ve agahî dan gundiyan. Heyeta ku li têketina gundan de bi konvoyan hatin pişwazkirin û derbasî gundabûn li vir bi coşa jin, zarok, kal û pîran re carek din jî hatin pêşwazkirin.
Heyeta ku li van gundan xebatên xwe domandin piştre derbasî gundên Manîs, Paranîs, Taranî, Sorî, Solîrdî bûn. Li van gundan jî alên ku ser "Na" hat nîvisandin û alên kesk û sor û zer hatin pêşwazîkirin. Li vir jî bi gel re sohbet hatin kirin û sedemên "Na" hate vegotin. Heyetê ji bo mitînga ku di 13 Nîsanê de li ber Nexweşxaneya Geverê pêk bê bangawazî kirin.
ŞIRNEX
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên navçeya Silopiya Şirnexê ji bo xebatên referandûmê çûn serdana welatiyên gundên Selatîn, Ehmedê Dîno û Xirbûkê. Di serdanê de belavokên “Na”yê û qartên wêneyên Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş ê girtî ne li ser e yek bi yek li welatiyan hatin belavkirin. HDP û DBP’iyên ku bi wesayîta anonsê ket nav gundan ji aliyê dehan zarokên di destên wan de alên kesk, sor û zer hebûn hatin pêşwazîkirin. Zarokên ku dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Em ê bi ser kevin” berzkirin demek dirêj hilkişayan ser wesayîta anonsê û bi govendên xwe dîmenên rengîn derxistin holê.
Dayîkên gundan jî ji serdanê kêfxweşiya xwe anîn ziman ew ê di referandûmê de “Na” bibêjin û bi gotinên “Kesên ku dibêjin ‘Erê’ bila bajarên di operasyonan de hatin hilweşandin şerm bikin.”
Ji ber eleqeya mezin a welatiyan demek dirêj nekarîn ji gundan derkevin.
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan İrmez û rêveberên HDP û DBP’ê jî çûn gundên Şirnexê. Di serdana gundên Zorava, Dehla Bî û Bîryanê ku di bin barana zêde pêk hat de koma HDP û DBP’ê mal bi mal geriyan û ji şêniyên gundan daxwaza "Na"yê kirin.
MÊRDÎN
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Nisêbînê ya Mêrdînê jî xebatên xwe li gundan meşandin. Tê de parlementerên HDP'ê yên Mêrdînê Erol Dora û Alî Atalan jî heyî çûn serdana gundên Marînê, Tiryaqup, Hemze, Qenter, Tez Xêrab, Dêrê, Sêdîq, Mezra Seyîda, Qesrikê, Girê Mîra û Mendikan. Di serdana gundan de dehan welatiyan eleqyek mezin nîşan dan koma HDP û DBP’ê û destnîşan kirin ku ew ê dengê “Na”yê bidin. Parlementer Atalan di serdana de li ser giringiya referandûmê sekinî û destnîşan kir ku pêwîst e gel wextê diçe ser sindoqan navçeyên Cizîr, Nisêbîn û Geverê yên wextê qedexeya derketina kolanan de bi hezaran mal hatibûn hilweşandin ji bîr neke.
AMED
Di çarçoveya xebatên referandûmê de li navçeya Farqîna Amedê bi tevlîbûna hezaran kes mitîng hat lidarxistin û Farqîniya ji niha ve biryara xwe ya “Na” da aşkerekirin. Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim li vir axivî û got Suleyman Soylu li Farqînê wek mîmarê terorê hat pêşwazîkirin û Farqîn jî mîmarê aştiyê û azadiyê ye.
Di çarçoveya xebatên hilbijartina referandûmê de li navçeya Farqîna Amedê mitîng hat li darxistin. Mitîng li ber Stadyûma Navçeyê bi tevlîbûna hezaran Farqîniyan pêk hat û ji heft saliya heta heftê saliya berî xwe dan qadê û sloganên “Na” qîr kirin. Qada mitîngê bi alên HDP’ê hat xemilandin û balkêş bû ku polîsan derdora qadê dorpêç kiribû. Heyeta HDP’ê ya ku Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, Parlementerê HDP’ê Ziya Pîr, rêveberên HDP û DBP’ê yên Amed û Farqînê bi otobûsa hilbijartinê hatin qada mitîngê û bi sloganên “HDP gel e, gel li vir e” hatin pêşwazîkirin.
Bernameya mitîngê bi nasîna mêvanan hat destpêkirin û li gel barîna baranê jî gel qadê ne terikand. Welatiya li qada mitîngê bê navber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zîndanan” û “Na” berz kirin. Di mitîngê de ewilî parlementerê HDP’ê Ziya Pîr axivî û bal kişand ser armancên wan ên kampanya “Na” yê û xwest ku roja 16’ê Nîsanê herkes biçe ser sindoqan û xwedî li dengên “Na” yê derbikevin.
Piştî Pîr, Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim xîtabî Farqîniyan kir û wiha got: “Gelê kurd ev bû sere 40 salî ji bo aşîtiyek bi rûmet û mayînde, azadî, demokrasî û wekheviyê û ji bo nasnameya xwe têkoşînek bêhempa dimeşîne. Lê ev bû du sal ji bo desthilatdarî berjewendiyê xwe biparêze xwîna ciwanan dirêje. Me gelek şert û mercên giran derbas kir û em gihîştin îro. Lê eşqa gelê kurd a azadî û aşitiyê tu car kêm nebû û her roj bilind bû. Dema ku eşqa me aşitî, azadî û demokrasiye ewqas mezin bû, xwedê jî me ji îmtîhanan derbas kir. Derd jî ji xwedê tê û derman jî ji xwedê tê. Em ê bi dengên we rojên xweş, azad û welatek xweser û azad li pêşiya me ye.”
Yildirim hatina Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ya Farqînê jî nirxand û wiha bersiv da: “Beriya niha bi demekî Suleyman Soylu hat Farqînê û ew wek mîmarê alozî û terorê hat pêşwazîkirin. Lê bila Soylu viya baş dizanibe Farqîn mîmarê aşîtiyê û azadiyê ye.”
KOCAELÎ
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şîara "Bi coşa Newrozê em diherikin qada "Na" li navçeya Gebze ya Kocaeliyê mtîng pêk anî. Ji navçeyên Îzmît, Dîlovasi, Darica, Korfez, Çayirova û gelek navçeyên derdorê bi maşîneyan hatin qada mîtînga "Na" û beşdarî mîtînga "Na" bûn. Girse tevî dorpêç û astengiyên polîsan dîsa ketin qada mîtîngê û di nava mîtîngê de cihê xwe girtin. Li qada mîtîngê bi zimanê kurdî, tirkî, ermenî û zazakî nivîsên "Na" nivîsandin. Dîsa li qadê pankarta “Ji bo welatê me, gelên me, jiyana azad û demokratîk Na." vekirin. Dîsa dowîzên ku daxwaza mafên xwe dikin rakirin. Ligel baraza zêde disa gel baran ji bo xwe asteng nedît û hatin li qada mîtîngê kom bûn û beşdarî mitîngê bûn.
Li qadê bê navber srtana referandumê ya HDP’ê ya "Bêjin Na" hat stran. Girseya ku li qada mîtîngê kom bû bê navber siloganên “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin", “Bijî Serok Apo” ve “Bijî berxwedana zindana” berz kirin.
Hevserokê HDP'ê yê Kocaeliyê Îbrahim Ergin, got "Me Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Şirnex ji bîr nekiriye" û bang li her kesî kir ku bêjin "Na"
Piştre hunermend Hozan Baran, derket ser dikê û stran strîn. Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, anî ziman ku AKP, MHP û Qesr ên ji banga biratî û aştiyê ditirsin tev li dijî wan bûn yek û li dijî gel şer îlankirin. Kemalbay anî ziman ku li Pirsûs, Enqere, AMedy, Şirnex û gelek bajarên din sûcê mirovahiyê pêk anîn û heri dawî di Newrozê de ciwanê zaningehê Kemal Kurkut qetil kirin. Kemalbay anî ziman ku wan tu carî li pêş zaliman serî neçimandiye û dê tu carî serî neçimînin.
Kemalbay, herî dawî xwest li dijî polîtikayên înkar, îmha û perçekirinê yên Qesrê û AKP'ê bi dengekî herî bilind bêjin "Na"
Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Bedran Ozturk jî anî ziman ku ev astengiyên li pêş partiya wan li pêş partiyek din hebûya dê nikaribûna derkevin qadan, lê îro ew dîsa li qadan in. Ozturk, çalakiya girtiyên di grevê de jî silav kir û wiha got: "Me li Sûr, Cizîrê serê nedanî em li girtîgehan û li qadan jî serî danînin. Em tu carî ji daxwazên xwe yên aştî, demokrasî û azadiyê bernadin. Ji bo pêşerojên azad, demokratîk û aştiyê emê bêjin "Na"
Mîtîng bi sitranên Hozan Kazo û govendê bi dawî bû.