Li Artukluyê qedexe hat îlankirin

MÊRDÎN - Li taxên Elmabahçe û Ulucanlar ên Artukluyê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Li herêmê operasyon hate destpêkirin.

Li taxên Elmabahça û Ulucanlar ên navçeya Artukluyê ya Mêrdînê ji aliyê walîtiyê ve qedexe hat îlankirin. Di daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê de hat gotin ku qedexe dê heta fermaneeke duyemîn berdewam bike. Piştî ku qedexe hat îlankirin li çolterên taxan operasyon hate destpêkirin.