KCD, HDP, DBP û 78'ê piştgirî dan çalakiya grevê

AMED - KCD, HDP, DBP û Komelaya 78'an li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bang li hemû beşên civakê kirin ku li çalakiya girtiyan a greva birçibûnê xwedî derkevin û piştevaniya bi girtiyan re xurt bikin.

Rêxistinên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Komeleya 78'an û Înîsiyatifa Piştevaniya bi Zindanan re, bi armanca balê bikşînin ser çalakiya girtiyan a greva birçîbûnê û piştgiriyê bidin çalakiya wan, li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê kom bûn. Endam û rêveberên saziyan û malbatên girtiyan li ber girtîgehê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Beriya ku nûnerên sazî û rêxistinên demokratîk daxuyanî bidin polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA tedbîrên mezin girtin û kom asteng kir. Polisan bi hinceta OHAL heye û destûr nedan ku kom daxuyaniyê bide. Xizmên girtiyan bertek nîşan da û gotin "Ji mirinê wêdetir tiştekî din tune. Di grevê de zarokên me tên kuştin bila em jî bimirin" û bertek nişanî polîsan dan.

Li ser astengiya polîsan nûner û rêveberên saziyan derbasî avahiya DBP'ê ya Amedê bûn û li vir daxuyanî dan. Jinan bi tilîlîyan bertek nîşanî helwesta polîsan dan û polîs şermezar kirin. Polîsan ji tilîliyên jinan aciz bûn û gotin "Hûn tilîliyan bidomînin em dê mudaxale bikin" Nûner derbasî DBP'ê bûn û li vir daxuyanî dan.

Li ser navê komê Hevserokê DBP'ê yê Amedê Zeki Baran daxuyanî xwend. Baran, anî ziman ku bi hevkariya AKP û MHP'ê li hemû qadan pêkanînên faşîzan û hov xistine meriyetê û wiha got: "Bi van pêkanînên faşîzan zindan tije kirin. Niha dixwazin li zindanan girtiyan ji fikr û ramanê wan û doza wan vegerînin û wan bi tirs û çewisandinê têk bibin û wan bikin ajan.

SEROKOMAR BERPIRSIYAR E

Baran anî ziman ku çalakiya girtiyan di roja 54'an de berdewam dike û wiha got: "Çalakî ketiye rewşek krîtîk. Roj bi roj bêtir nêzîkî mirinê dibin. Talûkeya ku li girtîgehan mirin pêk bê zêde dibe. Ji bo li girtîgehan mirin pêk neyê divê demek berî demekê hikûmet û rayedar daxwazên girtiyan pêk bînin. Divê bi lezgîn dest ji van pêkanîn û zextên li ser girtiyan berdin. Ger ku li girtîgehan rewşek neyînî derkeve hikûmeta AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan berpirsiyar e.

Baran, destnîşan kir ku wekî partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî van pêkanînên li dijî girtiyan qebûl nakin û daxwazên girtiyan daxwazên wan in. Baran da zanîn ku ger li hemberî vê rewşa girtîgehan bêdengî hebe dê li girtîgehan mirin pêk bê û xwest her kes li gorî wîcdan û sincê xwe tev bigerin û li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin.
Baran da zanîn ku ew dê teqez bi ser bikevin."

Daxuyanî bi siloganên "Bijî Berxwedana zihdanan”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ye" bi dawî bû.