Ozsekmenler: Soza me ya Aştiyê ji Ocalan re heye

BÛRSA - Rêwxistina HDP'ê li Bûrsayî bi tevlêbûna hezaran kesan mîtînga "Na" pêk anî. Di mîtîngê de Endama MYK'ê ya HDP'ê Yurdusev Ozsekmenler diyar kir ku soza wan a aştiyê bi Ocalan re heye û heta ew aştî û demokrasiyê pêk nînin dest ji vê têkoşînê bernadin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên referandumê de mîtînga "Na" li Bûrsayê pêk anî. Bi hezaran kes bi coşek mezin beşdarî mîtîngê bûn û diyar kirin ku ew ji polîtekayên înkar û îmhayê û tundiyê re dibêjin Na. Beriya ku mîtîng dest pê bike heyeta HDP'ê ku ji parlamenterê HDP'ê Nimetullah Erdogmuş, Endama MYK'ê ya HDP'ê Yurdusev Ozsekmenler û gelek endam û rêveberên HDP'ê pêk dihat bi karwanek mezin li Yalova hatin pêşwazîkirin. Piştre heyeta HDP'ê bi karwanek mezin derbasî qada Mîtîngê ya Gokdere bûn. Heyetê piştî gel silav kir derbasî qada mitîngê bûn.
Girseya ku li qada mîtîngê kom bûn bê navber bi siloganên "Zext me bêzar nakin" û "Destê dirêjî HDP'ê dibin bişkên" heyet pêşwazî kir. Dîsa bi alên "Na" li qadê coşek mezin ava kir.

Di serî de Hevseroka HDP'ê ya Bûrsayê Yuksel Akgun, anî ziman ku ji ber gelek ji HDP'ê ditirsin hevserokên wan, parlamenterên wan û bi hezaran endamên wan girtine û wiha got: "Çima hevserokên partiya me û bi hezaran endamên me girtî ne. Ji ber pir ji me ditirsin.

Endama MYK'ê ya HDP'ê Yurdusev Ozsokmenler jî anî ziman ku wan soza aştiyê daye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û heta soza xwe ya aştî û demokrasiyê pêk bînin dê tekoşîna xwe berdewam bikin.


Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nimetullah Erdogmuş, anî ziman ku dema pirsgirêka kurd bê gotin divê heqê kurdan ê nehatiye bi destxistin bê fam kirin û ji ber heqê kurdan ji destê kurdan hatiye girtin pirsgirêka kurdan derketiye holê.

Mîtîng bi govend û siloganan bi dawî bû.

BEYOĞLU

Heyeta HDP'ê bi heman armancê li navçeya Beyoglu ya Stenbolê jî bi gel û esnafan re hatin cem hev û der barê xebatên "Na" de agahî da welatiya.