'Li hember çalakiya grevê ker û lal nemînin'

ŞIRNEX- Şemdîn Ayaz û Suleyman Kert ên xizmên girtiyê nexweş Esma Ayaz a li Girtîgeha Baybûrtê dest bi greva birçîbûnê kiriye, bang li raya giştî kirin ku li hember vê grevê ker û lal nemînin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger a girtiyên siyasî ya bi daxwaza bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, zext û îşkenceya li girtîgehan û bi daxwaza dawilêhatina operasyonên siyasî û leşkerî destpêkirine di roja 55'an de berdewam dike. Birayê girtiya nexweş Esma Ayaz a 19 sal in di Girtîgeha Bayburtê de ye û hefteyeke di greva birçîbûnê de ye Şemdîn Ayaz û Suleyman Kert ê 3 roj berê hat berdan li ser pêkutiyên li girtîgehê diqewime axivî. Bira Ayaz da zanîn ku xwişka wî ya nexweşîya lemyatê pê re heye, di demên dawîn de gelek zeyîf bûye û pêkanînên li ser girtigeha Baybûrtê wiha got: "Şev nîvê şevê bi ser odeyên girtiyan de digirin. Wan ji nava nivînên wan derdixin û lêgerînê dikin. Xwişka min got ku gelek caran ava wan qut dikin û mafê wan ê civakî li wan hatiye qedexe kirin. Xwîşka min û hevalên wê ji ber tecrîta li ser Ocalan ketine grevê. Çend roj berê dema ez pê re axivîm jî kêfa wan di cih de bû."

'BILA KES KER Û LAL NEMÎNE'

Bira Ayaz, xwest tu kes li hember vê rewşê ker û lal nemîne û ev bang kir: "Her kes li hemberî van zextên ku li ser girtiyan pêk tên deng derxin. Hêj zarokê tu kesî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest nedaye bila rayedarên dewletê dawî li îşkenceyan bîne û daxwaza girtiyan bi cih bîne."

'EM TAZÎ BIRIN KOXUŞAN'

Suleyman Kert ê piştî 3 meh di Girtîgeha Elezîzê de ma û 4 roj berê hat berdan jî diyar kir ku ew bi 12 hevalên xwe di greva dorveger de bûn. Kert bal kişand ser zextên li girtîgehê û wiha axivî: "Gelek caran xizmên me dihatin hevdîtinê. Lê rayedarên girtîgehê destûr nedidan ku bên cem me. Dema em ketin grevê em bi zorê tazî kirin û piştre birin koxuşan. Li hemberî wan zextên dewletê jî hevalên me di grevê de ne." Kert herî dawîn banga hestiyariyê li raya giştî kir.