HDP'a Sêrtê dê bi xurtkirina muşahîdan sindoqan biparezin

SÊRT - Li Sêrtê, piştî YSK'ê ji lîsteya HDP'ê serok û endamên sindoqan red kir, vê carê HDP'ê ji bo parastina sindoqan hêjmara muşahîdan zêde kir. Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Abdullah Çetin, diyar kir ku ew dê li dijî lîstik û hîleyen AK Partiyê sindoqan bi çavder û muşahîdan biparêzin û firsendê nadin lîstik û hîleyan.

Ji referanduma Qanuna Bingehîn ya 16'ê Nîsanê re demek kurt ma. Bi nêzikbûna referandumê re parastina sindoqan ket rojevê. Piştî ku YSK'ê lîsteyên HDP'ê yên ji bo serokên sindoqan û endamtiya sindoqan red kir, HDP ket nava lêgerîna rêbazên parastina sindoqan. HDP di nava şert û mercên OHAL'ê de hewl dide ku di asta herî jor de sindoqan biparêze. HDP ji bo nikare endamê xwe wekî serok û rêveberê sindoqan nîşan bide vê carê hewl dide ku bi muşahîd û çavdêran sindoqan biparêze. Rêxistina HDP'e ya Sêrtê ji bo sindoqan biparêze hêjmara muşahîdan zêde dike.

Rexistina HDP'ê ya Sêrtê ji bo parastina sindoqan lîste da YSK'ê. Lê YSK'ê 2 serokên lijneya sindoqan û 44 endamên rêveberiya sindoqan ên esil red kir. Li Sêrtê dê bi giştî 657 sindoq bên sazkirin. Dê sindoq ji aliyê zêdetirî 600 parazvanên sindoqan ve bên parastin. Parezerên Baroya Sêrtê, endamên Koordinasyona hilbijartinê û heyetên ji derve bên dê li ser sindoqan bigerin û çavdêriyê bikin. Ekîba ku ji 100 kesan pêk tê jî dê li navendê û navçeyan çavdêriyê bikin.

EM JI BO PARASTINA SINDOQAN AMADE NE

Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Abdullah Çetin, diyar kir ku ji aliyê teknîkî ve hemû amadekariyên parastina sindoqan kirine û wiha got: "Ji ber ku xuya ye ku dê "Na" di pêş de be, AK Partî dixwaze li ser sindoqan hîleyan bike. 46 hevalên me yên ku sindoqan biparêze serlêdanên wan bi hinceta "Ne li gorî krîterên halê baş e" hatin redkirin. Ev hevalên me berê li ser sindoqan peywirdar bûn. Em wade nadin vê helwesta YKS'ê. Hevalên me yên serlêdanên wan hatine redkirin tev rêveberên HDP û DBP'ê ne. Ji bo serokê sindoqan 2 serlêdanên me hatin redkirin. YSK'ê li şûna hevalên me yên AKP’î bi cih kirin. YSK'ê parastina sindoqan da der û dorên AKP'ê. Lê li gel her tiştî em dê di 16'ê Nîsanê de li Navenda Sêrtê, hemû navçe û gundên Sêrtê bi peywirdarên esîl ên HDP’ê sindoqan biparêzin. Di aliyê teknîkî de hemû amadekariyên me temam in. Em têkildarî ewlehiya sindoqan û karê teknîkî yê sindoqan hevalên xwe yên muşahîd tevan perwerde dikin. Em amade ne ku di 16'ê Nîsanê de bi her awayî sindoqan biparêzin. Niha li Sêrtê hewaya hilbijartina 7'ê Hezîranê heye. Fikara meya ku piştî sindoq hatin vekirin hîleyan bikin heye. Divê di 16'ê Nîsanê de her kes biçe ser sindoqan. Divê hem dengê xwe bavêjin sindoqê ûhem jî heta dawî sindoqê biparêzin. Divê gelê me li dijî listik û hîleyan hişyar û baldar bin."