Beceriklî: Me dîwarên tirsê şikand beşdari mîtînga 11'ê Nisanê bibin

ÊLIH - Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Beceriklî banga tevlêbûna mîtînga 11'ê Nîsanê ku li Êlihê pêk bê kir û got: "Me diwarên tirsê şikandin û ji pêşiya xwe rakirin. Bi şikandina dîwarên tirsê dê "Na" jî rekorê bişkîne. Ev referandum dê qedera gelê Kurd û Tirkiye diyar bike. Ji ber vê yekê divê gelê Êlihê di asta herî jor de beşdarî mîtîngê bibe."


Ji referanduma 16'ê Nîsanê re 6 roj man. Bi nêzîkbûna referandmê re kelecan û niqaqên gel zêde dibin. HDP jî li herêmê gund bi gund, kolan bi kolan û tax bi tax esnaf û welatiyan ziyaret dike û sedema "Na" vedibêje. Xebatên "Na" li herêmê rastî eleqeyek mezin tê. Li Êlihê dê di 11'ê Nîsanê de li Stadyûma Bajar a 16 Mayisê mîtînga "Na" bê lidarxistin. Ji bo bang û tevlêbûna mîtîngê xebat bi şev û roj berdewam dikin. Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku hat dûrxistin Ahmet Turk Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder dê beşdarî mitîngê bibin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Beceriklî banga tevlêbûnê kir û xwest êdî di asta herî jor de her ke beşadî mîtînge bibin. Beceriklî anî ziman ku ev referandum dê qedera gelê Kurd û Tirkiye diyar bike û wiha got: "Ev referandum dê qedera gelê Kurd û Tirkiye diyar bike. Ji ber vê yekê divê her kes beşdarî mîtînga "Na" bibe û helwesta xwe diyar bike. Divê her kes biçe ser sindoqê û di diyarkirina qedera Tirkiye de rola xwe bilize. Di 11'ê Nîsanê de li Êlihe mîtinga "Na" tê li darxistin. Ev ne mîtînga ji rêzê ye. Em dê carek din bi dengê herî bilind bêjin "Na" Em dê bi coşa Newrozê beşdarî mîtînge bibin. Me dîwarê tirsê rakir û şikand. Em dê biçin ser sindoqê û rekora "Na" jî bişkînin. Me di 8'ê Adarê û Newrozê de tirs şikand û me dê biçin ser sindoqê û bi destê xwe qedera xwe diyar bikin. Divê em bi destê xwe qedera Kurdistanê û Tirkiye diyar bikin."

Becerîklî, anî ziman ku ev erkek wîcdanî û mirovahî ye û xwest her kes hestiyar tev bigere û teqez biçin ser sindoqê û dengê xwe bavêjin sindoqê û li sindoqê xwedî derkevin.