Greva birçîbûnê û wijdan

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê mêvan ê Rojeva Medya Tayîp Temel li ser greva birçîbûnê ku li Girtîgeha Şakranê çalakî ket roja 55'an nivîsî. Temel, anî ziman ku çalakger li hemû rê û rêbazan difirin û dema dibînin ku çivak ango rûmet dikeve bin xeteriyê ger ku pêwist be dikevin çalakiya greva birçibûnê.

Nivîskarê mêvan ê Rojnameya Rojeva Medya Tayîp Temel li ser çalakiyên greva birçîbûnê ku li gelek girtîgehan bêdem û bêdorveger berdewam dike û li Şakranê ketiye roja 55'an nivisand. Temel, di nivîsa xwe de bal kişand ser sedemên çalakiya greva birçîbûnê û encamên wê. Nivîsa Nivîskar û Rojnamevan Temel wiha ye:

Çalakiyên birçîbûnê û rojiyên mirinê ji bo têkoşîna siyasî û civakî hilkeftinên dawîn in. Ev rêbaza çalakiyan piranî ji hêla dîlgirtiyan ve tê pêşxistin. Ên ku biryara wê çalakiyê didin bêguman beriya wê li hemû rê rêbazan dinêrin û li ser gelek bijartekan difikirin. Dema dîtin ku civak di bin xetereyeke mezin de ye an jî fêm kirin ku rûmet dê bikeve bin lingan, wê demê grevên birçîbûnê û heke pêwîst bike jî rojiyên mirinê dikevin dewrê. Di dîroka têkoşîna mirovahiyê û gelan de hin çalakiyên bi wî rengî hene ji bo ku qederê diyar bikin gelek girîng in. Di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de jî çalakiyên birçîbûnê yên ku qeder guhertiye hene.

Bi taybetî Rojiya Mirinê ya Kemal Pîr û hevalên xwe di sala 1982’yan de li Zindana Amedê daye destpêkirin ji bo vejîna şoreşa bi pêşengiya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê pêk bê, bûbû nefeseke jiyanî.

Çalakiyek din a ku roleke dîrokî lîst û bandorek mezin li pêşkeftinên li Kurdistanê kir jî Çalakiya Birçîbûnê ya ku di 12’ê îlona 2012’an de li gelek zindanên Tirkiye û Kurdistanê dest pê kir û 68 rojan dewam kirî ye. Wê çalakiyê jî rê li ber hevdîtinên li Îmraliyê vekir û di dadgehên Tirkiyeyê de pêşî li serbestiya parastina bi zimanê kurdî vekir. Çalakiyeke dîrokî ye Niha dîsa li zindanên Tirkiyeyê çalakiyeke dîrokî û mezin pêk tê. Çalakî di demeke ku şert û mercên zindanan gihiştine merheleyek derveyî însanî, pêkanînên ne demokratîk ên li Tirkiyeyê gihiştine asta dîktatoriyê û tecrîda li Îmraliyê hatiye şidandin de pêk tê.

Her wiha girtiyan di demeke wisa de dest bi grevê kirine ku di referandûmê de rejîma dîktatoriyê tê dengdan. Daxwaza wan a sereke ew e ku dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê û rê li ber muxatabiya wî ya ji bo çareseriyê bê vekirin. Bi taybetî ev daxwaza wan kilîda çareseriyê û demokratîkbûnê ye. Ev çalakiya dîrokî gihaştiye merheleyeke krîtîk. Îro 55 roj in ku hinek ji wan girtiyan di greva birçîbûnê de ne. Êdî ne roj, seat tên hejmartin. Piştî roja 30’emîn proteîn, dohn û şekira di laşê mirov de dihele û ber bi dawiyê ve diçe. Dema beden roj bi roj dihele heke wijdan nekevin dewrê, raya giştî hesasiyetê nîşan nede û hestiyarî pêş nekeve wê demê civak dimire.

Ev çalakiya girtî bi bedena xwe biyolojîk û hişmendiya xwe ya polîtîk ketinê, di heman demê de pêşbaziyeke ku hesasiyet û bertekên me yên însanî jî dipîve. Divê neyê jibîrkirin, heke bêdengî bidome dibe ku girtî û zindanî jiyana xwe winda bikin, lê di rewşeke wiha de em hemû dê rûmet û hesiyeta xwe winda bikin.