Qedexeya li gundê Artukluyê rabû

MÊRDÎN - Li taxên Elmabahçe û Ulucanlar ên Artukluyê qedexeya derketina derve ku duh hat îlankirin bi dawî bû.

Walîtiya Mêrdînê di 9'ê Nîsanê de li taxên Elmabahça û Ulucanlar ên navçeya Artukluyê ya Mêrdînê qedexeya derketina derve îlan kir. Di daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê de hat gotin ku qedexe dê heta fermaneeke duyemîn berdewam bike. Piştî ku qedexe hat îlankirin li çolterên taxan operasyon hate destpêkirin. Qedexeya ku duh hat îlankirin îro bi dawî bû.