Koçber koçî qadên ku QSD’ê azad kirine dikin

REQQA – 150 koçberên din ku piraniya wan jin û zarok in gihiştin herêmên ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin rizgarkirin. Ji ber ku DAIŞ welatiyên sivîl ên koçber gulebaran dike, pêwîstiya koçberan bi alîkariyên tenduristî heye.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), welatiyên ji DAÎŞ'ê rizgar dibin berê xwe didin qadên azad. Pêla koçberiya welatiyan ji herêmên Reqqayê yên di bin dagirkiriya komên DAIŞ’ê mane, didome. Koçberî herî zêde ji bajarê Reqqa, Tebqa û herêmên Îraqê yên wekî Mûsil û Til Eferê pêk tê. Welatiyên koçber berê xwe didin herêmên ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin rizgarkirin. Di 9'ê Nisanê de 150 welatiyên ku piraniya wan jin û zarok in gihiştin herêmên ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatine rizgarkirin. Şervanên QSD’ê welatiyên koçber li cihên bi ewle bi cih dikin û wan dûrî qadên şer dikin. Di heman demê de rêxistinên Bijîşkên sînor ne nas û Konseryon alîkariyan ji koçberan re pêşkêş dikin.

Koçberên ku çend rojan man heta xwe ji komên DAIŞ’ê rizgar kirin kêfxweşiya xwe anîn ziman û bang li hêzên QSD’ê kirin ku di zûtirîn dem de herêmên wan rizgar bikin. Koçber Îhsam Mihemed Dexîl Oglo ku ji welatiyên tirkman ên Îraqê ye got ku ew ji herêma Til Efer a Îraqê koçber bûye û destnîşan kir ku şervanên QSD’ê pêşwaziya wan kir û Îhsan Mihemed Dakhil Ihsanoglûwan li cihê bi ewle danîn. Oglo anî ziman ku wan hemû mal û milkên xwe dane qaçaxvanan heta gihiştin cihên bi ewle yên di di bin serweriya şervanên QSD’ê de. Ihsan Oglo da zanîn ku komên çete hemû kesên hewl didin ji herêmên wan koçberan bikin hedef.

Jina koçber a bi navê Zeyneb El-Ebdid ya ji bajarê Meskene jî got ku bi rojan li benda şervanên QSD’ê man ku herêmên wan rizgar bikin û wiha dom kir: “Em li hêviya şervanan bûn ku me rizgar bikin û ewlehiyê bînin herêmên me. Hemû şêniyên Meseken li bende şervanên QSD’ê ne ku wan ji çeteyan rizgar bikin.”

Zeyneb El-Ebid bang li fermandar û şervanên QSD’ê kir ku bi lez Reqqa û Tebqa ji komên çete rizgar bikin.

Endamê Komîteya Têkiliyên Giştî ya QSD’ê Nazdar Silêman diyar kir ku rojane ew pêşwaziya sedan welatiyên koçber ên ji ber kiriyarên çeteyên DAIŞ’ê koçber dibin dikin û wan li cihên bi ewle bi cih dikin. Nazdar da zanîn ku heta nihya hejmara koçberan 8 hezar derbas kiriye û destnîşan kir ku piraniya koçberan jin û zarok in.Nazdar Silêman

Nazdar Silêman di dawiya axaftina xwe de bang li saziyên mirovî yên navdewletî kir ku pêwîstiya koçberan bi alîkariyên tenduristî heye û wiha got: “Ji ber gelek sedeman û di serî de ji ber ku komên çete welatiyên koçber gulebaran dikin, pêwîstiya koçberan bi gelek cûreyên alîkariya heye û di serî de alîkariyên tenduristiyê.”